Li Îzmîrê 3 xwendekar hatin binçavkirin 2016-10-03 18:37:11 ÎZMÎR (DÎHA) – Di baregeha lêpirsîneke der barê wan de, 3 endamên Kollektîfa Xwendekaran ên ji bo îfadedayînê çûn muduriyeta polîsan hatin binçavkirin. Li Îzmîrê, 3 endamên Kollektîfa Xwendekaran ên li Zanîngeha Dokûz Eylulê dixwînin di baregeha lêpirsîneke der barê wan de, bo îfadedayînê çûn Muduriyeta Şaxa Ewleyiyê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Piştî karên îfadedayînê, bi hinceta li ser dîwarê dibistanê û yên derve nivîs nivîsandine, ji aliyê Muduriyeta Şaxa Mucadeleya Bi Terorê re hatin binçavkirin. Xwendekarên ku navên wan nehat hînbûn, hat zanîn ku wan birine Şaxa TEM’ê û dê heta sibê li heman şaxê bên rawestandin û sibê bo dozgeriyê bên sewqkirin. (red)