3 saziyên Şaredariya Farqînê hatin fesixkirin 2016-10-03 18:15:25 AMED (DÎHA) – Qeyûmê, 3 saziyên di bin bana Şaredariya Farqînê de xebatên xwe dimeşandin fesix kir. Hikûmeta AKP’ê, bi derxistina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK), piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’î kir, niha jî yeko yeko saziyên di bin banê şaredariyan de tasfiye dike. Navenda Çandê ya Zembîlfiroş, Navenda Jinê ya Meya û Mala Perwerdehiyê yên di bin banê Şaredariya Farqîna Amedê de xebatên xwe dimeşandin, ji aliyê qeyûmê hat tayînkirin ve, hatin fesix kirin. Hevşaredara Farqinê Zûhal Tekîner, li dijî fesixkirina saziyan bertekên xwe dan der û diyar kir ku bêyî ku bo wan teblîx bê şandin 25 kesên di van saziyan de dixebitin, ji kar hatine derxistin. Tekîner got, a rast bi qeyûman re mebest ew e ku saziyên ku xebatên civakî û siyasî dimeşînin bên girtin û bi vî awayî pêwendiya di navbera şaredarî û gel de bê qutkirin. (red)