Derbarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîna destpêkê 2016-10-03 15:43:11 STENBOL (DÎHA) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Midûrê Giştî yê Weşanê Ersîn Çaksu û Midûrê Karên Nivîsê Harun Eplî yên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ev 42 rojin weşanê dike de lêpirsîn da destpêkirin. Ji polîtîkayên dewletê yên li hemberî çapemeniya azad Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ev 42 rojin weşana xwe dide jî para xwe girt. Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, TEM û Şaxa ewlehiyê ji bo îfade bidin talîmat ji Midûrê Giştî yê Weşanê Ersîn Çaksu û Midûrê Karên Nivîsê Harun Eplî yên rojnameyê re şand. Hinceta lêpirsîna serdozgeriyê jî nivîs û nûçeyên di demên cûda de derketine hatin nîşandan. (mb)