Kongreya DBP'ê ya Amedê dê di dawiya Cotmehê de bê lidarxistin 2016-10-03 15:03:27 AMED (DÎHA) - Rêxistina DBP'ê ya Amedê diyar kir ku ew ê kongreya xwe di dawiya meha Cotmehê de li darbixin. Komîsyona Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê kongreya xwe ya ku dê di dawiya meha Cotmehê de li darbixin civînek çapemeniyê li darxistin. Di civîna li Salona Konferansê ya Vedat Aydin de hat pêkanîn Alîkarê hevserokên DBP'ê Seydî Firat, Hevseroka DBP'a navçeyê Hafîze Îpek û gelek nûnerên partiyê amade bûn. Kongre di dawiya Cotmehê de ye Firat, diyar kir ku bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê tên meşandin re li hemberî DBP'ê êrîşên giran pêk hatin û wiha got: "Bi sedan endamên me yên ku di nava wan de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî heye hatin girtin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Alî Şîmşek jî bi mehane girtiye. Ji bo em hevserokên nû hilbijêrin û ji bo rêveberiyê diyar bikin em ê di dawiya meha Cotmehê de kongreya xwe li dar bixin." Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. (mb)