Girtina weşanan bi meşekê hat protestokirin 2016-10-03 14:43:24 WAN (DÎHA) - Li Qelqeliyê tayînkirina qeyûman û girtina TV'yên maxalif bi meşekê hat protestokirin. Li navçeya Qelqeliya Wanê bi pêşengiya DBP û HDP'ê tayînkirina qeyûman, girtina televîzyonên muxalîf û bêdeng kirina radyoyan bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên ku di nava wan de parlamenter jî hebûn li ber avahiya DBP'ê hatin gel hev û ber bi navenda sûkê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeya "Zext nikarin me biçewisînin" hat berzkirin û pankarta "Xwedî li vîna xwe derkeve, em li hemberî qeyûma li ser piyanan" hat vekirin. Piştî meşê Hevserokê navçeyê yê HDP'ê Recep Ceylanci axivî û diyar kir ku aliyên muxalif di hemdefa hikûmetê de ne. Ceylanci, anî ziman ku AKP'ê ve operasyonên qirkirinê xistiye dewerê û wiha got: "Darbeya Tîrmehê dikin hincet û li hemberî rojanemger, kedkar, karker, akademîsyen, siyasetmedar bi kurtî kesên ne ji AKP'ê de pêkanînên qirkirinê pêk tîne. Hevşaredarên bi dengê gel hatine ser kar bi awayekî bêhiqûq ji kar tên girtin û li şûna wan qeyûm tên tayîn kirin. Em qeyûman nas nakin. Di qirkirina li hemberî çapemeniyê de 12 TV û 11 radyo bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin." Piştî daxuyaniyê girseyê meşa xwe bi dirûşma "Zext nikarin me biçewisînin" bi dawî kirin. (mb)