Dadgehê biryara Fermandarê Kerboranê bi zarê bîne da 2016-10-03 14:41:19 SEMSÛR (DÎHA) - 5'emîn rûniştina doza JÎTEM'a Kerboranê ku di sala 1995'an de 3 jê zarok 8 welatî hatin qetilkirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire bi zorê bînin dadgehê. 5'emîn rûniştina doza JÎTEM'a Kerboranê ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de li Kerboranê Seyhan Dogan (14), Abdurrahman Olcay (20), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Coşkun (21), Nedim Akyon (16), Hikmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û Davut Altınkaynak (13) qetil kirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hat dîtin. Doza ku der barê Çawîşê Pispor Bilal Batır û 18 kesên din de hat vekirin li Edliya Semsûrê berdewam kir. Di runiştina dozê de parêzerên malbatan, wekîlê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yıldırım, birayê Abdurrahman Coşkun Abdulgafur Coşkun, Hevsera Davut Altınkaynak Kania Altınkaynak, Jinbira Nedim Akyon Zeliha Akyon û hevsera Suleyman Seyhan Mumine Seyhan amade bûn. Heyetê li xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane guhdar kir. Şahidan îfade dan û diyar kirin ku Fermandarê Tabûrê yê Kerboranê Metin Tire li gel leşker û cerdevanan bi ser gund de girt û xizmên wan binçavkirin. Xizmên kuştiyan, anîn ziman ku li gel wan serî li dozgeriyê dan jî tu encam bi dest nexistin. Xizmên windayan anîn ziman ku piştî sal di serde derbas bûn, wan hestiyên xizmên xwe li gundên Triwa yê Kerboranê hestî dîtin. Parêzerên malbatê Erdal Kuzu, Orhan Erbeyli û Fevzi Atsiz jî anîn ziman ku di rûniştina borî de heyeta dadgehê xwestibû bersûc Mehmet Tire bi riya SEGBİS îfade bide, lê tu pêşketin pêk nehat. Parêzeran xwest di serî de bersûc Mehmet Tire û hemû bersûc bên girtin û derkevin pêşerî dadgehê. Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza parêzeran der barê Fermandar Mehmet Tire de biryar da ku bi zorê bînin beşdarî dozê bibe. Heyetê rûniştina dozê taloqî 5'ê kanûnê kirin. (mae)