7 kes li Îzimrê hatin binçavkirin 2016-10-03 12:42:52 ÎZMÎR (DÎHA) - Li navçeya Karabaglar a Îzmirê 7 kes di operasyona bi îdîaya "amadekariyên çalakiya bombeyî dikirin" de hatin binçavkirin. Der barê 3 kesan de biryara lêgerînê heye. Li navçeya Karabaglar a Îzmirê Yekîneyên TEM'ê yên Grêdayî Midûriyeta Polîsan a Îzmirê di saetên serê sibê de bi îdîaya "amadekariyên çalakiya bombeyî dikin" operasyon pêk anî û di operasyonê de 7 kes hatin girtin. Der barê 3 kesan de jî biryara lêgerînê heye. Hat îdîakirin ku li mala C.S. ê li taxa Limontepe Kalaşnikofek, 3 şarjor, 61 gule û tabancaya Glock hat ditin. Dîsa hat îdîakirin ku li zeviyê 440 gramı teqemeniya A4 plastikê hatiye dîtin. Li aliyê din 3 kilo teqemenî û 20 funye hatiye dîtin. 7 kesên hatin binçavkirin birin şaxa TEM'ê ya Îzmirê. (mae)