Li şûna bibin nexweşxaneyê îşkence kirin 2016-10-03 12:07:57 OSMANIYE (DÎHA) - Hat ragihandin ku 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê bi hinceta 'em ê we bibin nexwşxaneyê' ji girtîgehê hatine derxistin û li bejahiya derveyî girtîgehê hatine derpkirin. Girtiyê bi navê Mahmut Nergîs ê ku hatiye derpkirin, bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku rewşa havalê wî Adem Amaç di xeteriyê de ye Girtiyên bi navê Mahmut Nergîs, Musa Atsiz û Adem Amaç ên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê bi hinceta 'em ê we bibin nexwşxaneyê' ji girtîgehê hatine derxistin û li bejahiya derveyî girtîgehê hatin derpkirin. Hat ragihandin ku rewşa girtiyê bi navê Adem Amaç ê ku hatiye derpkirin di xeteriyê de ye, li koguşê tê rigirtin û ne birine nexweşxaneyê. Xwişka Mahmut Nergîs, RemziyeNergîs diyar kir ku wî bi rêya telefonê bi birayê xwe re axiviye û derbarê bûyerê de agahî girtine. Negîs, anî ziman ku dengê birayê wî xirap dihat û wiha got: "Birayê min ji min re got; 'di bin navê nexweşxaneyê de em ji girtîgehê hatin derxistin û em birin cihekî li derveyî girtîgehê. Em ji aliyê 10 leşkeran ve li vir hatin derpkirin.' Birayê min û hevalên xwe bi kelepçekirî hatine îşkencekirin û di wesayîtê de jî ev îşkence berdewam kiriye." Nergîs, anî ziman ku girtî di nava xwînê de anîne girtîgehê bêyî derman bikin avêtine koguşan û wiha pêde çû: "Girtiyê bi navê Adem Amaç ê rastî îşkenceyê hatiye, ji gelek cihên xwe û ji cihê emelyat bûye birîndar bûye û dirûnên emelyata wî teqiyane. Amaç ji aliyê hevalên wî ve tê dermankirin. Amaç ji ber îşkenceya dîtiye ji ser hişê xwe diçe û ger demildest neyê dermankirin dibe ku jiyana xwe ji dest bide." Nergîs, bi lêv kir ku di dema îşkenceyê de leşkeran heqaret li girtiyan kiriye û wiha domand: "Leşkeran bi gotinên 'ev der Osmaniye ye na şibe cihek din, ji ber wê ha ji xwe hebin, ger em we li vir bikujin jî kesek ji me hesap naxwaze' gef li girtiyan xwarin. Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê vegerandine îşkencexaneyê. Li girtîgehê sergardiyanê bi navê Yusuf heye û ev hemû pêkanîn ji aliyê wî ve tên kirin." Nergîs anî ziman ku ev saleke bi awayekî sîstamatîk îşkence li girtiyan tê kirin û wiha got: "Herî dawî dema em çûn hevdîtinê me dît ku girtî birîndarin. Hinek girtî bi alîkariya hevalên xwe, xwe li ser piyan digirtin. Girtiyan ji me re gotin rastî îşkenceyek giran tên û divê raya giştî jî van pêkanînên li hemberî wan bizanin." Nergîs, destnîşan kir ku di rojên hevdîtinan de malbat rastî pêkanîna lêgerîna tazî tê û wiha axivî: "Maşbatên ku lêgerîna tqazî qebûl nakin bi xizmên xwe re nikarin hevdîtinê pêk bînin. Li Girtîgeha Osmaniyeyê dibe ku mirin derkevin. Divê rêxistinên mafê mirovan û raya demokratîk demildest biçin girtîgeha Osmaniyeyê. Em bang li her kesî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin." Me derbarê îdîayên îşkenceyên ên li girtîgehê de li rayedarên girtigehê geriyan lê rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ew ê derbarê bûyerê de agahiyan nedin. (mb)