Ekrana Med Nûçeyê hat reşkirin 2016-10-03 11:10:39 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ekrana Med Nûçe TV ya ligel zextên AKP'ê li Ewropayê weşana xwe didomand bi biryara Karsaza pêykê ya fransewî Eutelsat ve seat di 11.00'an de hat reşkirin. Li Tirkiyeyê piştî Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya piştî îlankirina OHAL'ê hat derxistin, weşana 12 TV û 11 radyoyan hat rawestandin û ji aliyê RTUK'ê ve ji platforma TURKSAT'ê hatibûn derxistin û ev êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî çapemeniya azad bi reşkirina ekrana Med Nuçe'yê ya ku li Ewropayê weşana xwe dike berdewam dike. Ji bo Med Nûçe TV were girtin Tirkyeyê zext li Karsaza pêykê ya fransewî Eutelsat kir, Karsaza ûydûyan Eutelsatê cara duyem talîmat şand û ji Med Nuçe TV'yê xwest roja duşemê saet di 10:00'an de weşana xwe rawestîne. Piştî en talîmat hatin rêkirin ekrana Med Nûçe TV li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 11.00'an de hat reşkirin. (mb)