Bejahiya Licê tê bombebarankirin 2016-10-03 10:20:15 AMED (DÎHA) - Bejahiya Licê ji aliyê balefiran ve tên bombebarankirin. Bejahiya gundên Sîsê, Kerwaz û Mîşirf ên navçeya Licêya Amedê ji seatên serê sibê ve ji aliyê balefiran ve tê bombebarankirin. Ji herêma ku dûman lê radibe derbarê rewşê de tu agahî nehatin bi destxistin. (mb)