Îhlalên li girtîgehan rê li pêş îsyanê vedikin 2016-10-03 09:23:56 AMED (DÎHA) - Heveroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Bahar Oktay, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj duqat zêde dibe û li kawişên 8 kesî 15 kes dimînin. Oktay, da zanîn ku zêdebûna binpêkirinên li girtîgehan rê li pêş îsyanan vedike. Li girtîgehên Tirkiye her roj binpêkirnia mafên mirovan pêş dikevin. Her rojê agahiyên binpêkirina mafên girtiyan tê bihîstin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî dema sirgûn dibin rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Girtî nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Dîsa li kawîşên girtiyan li duqat kes dijîn. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber zext û zordariyê li girtîgehê îsyan derketibû û zarokê 17 salî Cegerxwin Akdeniz jiyana xwe ji dest da. Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Prz. Bahar Oktay, diyar kir ku sedema îsyan û serhildanên li girtîgehan zêdebûna zext û binpêkirina mafên mirovan e. 'Li kawîşên 8 kesan 15 kes dijîn' Oktay, destnîşan kir ku di demên dawî de gelek kes tên girtin û li kawişên 8 kesan herî kêm 15 kes tên girtin. Oktay, da zanîn ku ev ne hêjmarek asayî ye. ‘Girtî nayên dermankirin' Oktay, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û dema tên dermankirni jî gelek mafên wan tên binpêkirin. Oktay, anî ziman ku girtiyên rewşa wan xerab di yek hucreyê de tên hiştin. 'Girtiyên ku 2 destê wî tune di yek hucreyê de tê girtin' Oktay, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmirê girtiyê nexweş Ergin Aktaş ku 2 destê wî tune di yek hucreyê de tê hiştin û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bibîne. Oktay, herî dawî destnîşan kir ku hevdîtinên girtiyan ên bi malpar û parêzeran re tên tomarkirin û zextên mezin li ser girtiyan tên meşandin. Oktay bibîr xist ku piştî biryarên KHK'e zext û tundiya li ser girtiyan derketiye asta jor û ev pêkutî dibin sedema îsyan û serhildanan. (mae)