Piştî bazarganiya sînor, bazarganiya çek û teqemeniyê dest pê kir 2016-10-03 09:18:32 AHMET KANBAL HATAY (DİHA) – Li Hatayê qaçakçîtiya teqemeniyên ji boriyên galvanîzkirî tê çêkirin, li gel di navbera Suriye û Tirkiye diwarekî 77 kîlometre hatiye çêkirin jî berdewam dike. Li gel li ser sînorê Hatayê dîwar hat çêkirin jî dîsa Tirkiye sewqiyata çekan û lojîstîk ji komên çete yên El Nûsra û Ehrar El Şam serkêşiya wan dike re dîşîne. Her wiha piştî Grê spî hat azadkirin derket holê ku boriyên Galvanîz di Çêkirina bombeyan de tê bikaranîn. Derket holê ku boriyên ku ji navçeyên Reyhanli û Altinozu yên Hatayên ji komên çeteyan re dihatin şandin di nava teqemeniyên li Tirkiye tê çêkirinde hat dîtin. Hat zanîn ku li Hatayê di çêkirina bombeyên bi heman rêbazê de gelek teqîn pêk hatine, teqînên kes nemiriye û li gundên ser sînor pêk hatiye jî hatiye veşartin. Borî ji bo mekanîzmaya bombeyan e Welatiyekî li Hatayê bazirganiya boriya dike diyar kir ku boriyên galvanîzkirî cûda cûda tê jêkirin û piştî boriyên pola(çelîk) yên di avakirina bombeyan de tê bikaranîn di mekanîzmaya bombeyan de tê bikaranîn. Welatiyekî li Antakya bazirganiya boriyên hesin dike jî desnîşan kir ku demekê pir zêde borî hatiye firotin, lê piştî hînbûne ku borî di çêkirina bombeyan tê bikaranîn firotin rawestandine. Bazirganiya Sînor veguhest bazirganiya çek û teqemeniyan Li gorî agahiyên ji welatiyan hat girtin Komên Çeteyan li seranserî sînorê Hatayê teqemeniyan dikirin û teqemenî dest bi dest digerin. Kesên berê li ser sînor bazirganiya Mazot û cixareyan dikirin jî niha nemane.Li şûna wan kesên bazirganiya çek û teqemeniyan dike maye. Her wiha welatiyan destnîşan kirin ku diwarê 77 kilometreyê yê bi îdeaya rawestîna qaçakçîtiyê hatiye çêkirin jî karê bazirganên bombe û çekan hêsantir kiriye. (ks/mae)