Eutelsat Med Nûçe TV'yê digire 2016-10-03 08:34:24 AMED (DÎHA) - Karsaza pêykê ya fransewî Eutelsat, ji Med Nuçeyê xwest îro saet di 10:00'an de weşana xwe rawestîne. Karsaza peyka Eutelsat, talîmata duyem bo Med Nuçe TV'yê şand û jê xwest îro weşana xwe rawestîne. Li Tirkiyeyê piştî Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya piştî îlankirina OHAL'ê hat derxistin, weşana 12 TV û 11 radyoyan hat rawestandin û ji aliyê RTUK'ê ve ji platforma TURKSAT'ê hatibûn derxistin. Pişt re, vê carê ji bo girtina Med Nuçe'yê ya ku li Ewropayê weşana xwe dike, liv û tevger xwe didin der. Karsaza ûydûyan Eutelsatê cara duyem talîmat şand û ji Med Nuçe TV'yê xwest roja duşemê saet di 10:00'an de weşana xwe rawestîne. Di 29'ê îlonê de heman karsazê ji bo girtinê talîmat şandibû ji MED NÛÇE têkildarî mijarê Lijneya Rêveberiya Med Nuçe'yê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku, ev biryar bi talîmata Tirkiyeyê hatiye dayîn. (red/mae)