Xebatkarên Van TV: Em dê heta dawî di nobetê de min 2016-10-02 17:56:27 WAN (DÎHA) - Xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo ku 2 rojin li ber avahiya xwe di nobetê de ne, diyar kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin dê nobeta xwe bidomînin. Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ku bi biryara KHK'ê televîzyon û radyoya wan hat girtin û piştre mohr li deriyê wê hat xistin, çalakiya xwe ya nobetê berdewam dikin. Xebatkarên radyo û televîzyonê ku duh dest bi nobetê kiribûn ji aliyê polîsan ve ji hewşa Televîzyon û radyo hatibûn avêtin. Xebatkarên televizyon û radyo li ser rêya televîzyonê dest bi nobetê kirin. 'Em dê heta dawî têbikoşin Xebatkarê Van Tv Fazil Elçî anî ziman ku beriya 3 sojan bê agahî ekrana televizyona wan hat girtin û mohr li deriyê wan hat xistin û got: "Dema me li vir nobeta xwe digirt polîsan hatin em ji hewşê derxitin û gotin hûn nikarin li vir nobedê bigirin. Lê li dijî hemû pêkanînên girtinê televîzyon û radyoyê emê nûçeyên xwe li ser malpera civakî de bi domînin. Em dê heta dawî li vir nobedê xwe bi domînin. Em dê têkoşîna hiquqî ji bidin. Em li vir tenê dengê gelin bûyerên ku di heremê de diqewime ji bo gel radihînin. Girtin li dijî hiqûqê ye û em vê biryarê nas nakin. Me pênûsa xwe ji Apê Mûsa wergirtiye. Em dê heta dawi têbikoşin." 'Ev qirkirina zimanê zikmakî ye' Xebatkarê Van Tv Mustafa Goren jî destnîşan kir ku girtina televîzyonan bê bingeh e û bi hinceta OHALê hatine girtin. Mirov wate nate girtina Zarok TV. Zarok Tv çi li wan kir. Zext li dijî ziman e. Ez dikarim bêjim ev qirqirina zimanane. Xwesteka me ji gel eve ku xwedi dengê xwe, televizyona xwe, fikir û ramanên xwe derbikevin." (era/mae)