Girtina Hevşaredarên Depê hat şermezarkirin 2016-10-02 16:07:00 STENBOL (DÎHA) - Federasyona Komeleyên Depê girtina hevşaredarên Depê şermezar kirin û xwestin hevşaredar bi lezgîn serbest bên berdan. Federasyona Komeleyên Depê, têkildarî tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Endam û rêveberên Federasyonê li şaxa ÎHD'ê daxuyaniyê dan çapemeniyê û bertekên xwe anîn ziman. Li salona civînê pankarta "Ji girtinên neheq û li dijî hiqûqê re na" vekirin. Di civînê de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD), Komeleya Çanda piştvevaniya civakî ya Kigi-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedisu (KAYY-DER), Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê komê Serokê KAYY-DER'ê Tuncay Gokçe, diyar kir ku girtina hevşaredarên Depê li dijî heq û hiqûqê ye û ew vê yekê qebûl nakin. Piştre li ser navê komeleyan Endame Federasyona Komeleyên Karakoçanê Eren Akyol daxuyanî da. Akyol, anî ziman ku zext û tundiya li dijî kesên aştiyê dixwaze gelek zêde bûne, lê ew dê bi van zext û zordariyên dijberî xwe bêdeng nemînin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Akyol, anî ziman ku dixwazin bi OHAL'ê hemû dengên li hemberî xwe qut bikin û polîtîkyên xwe bi rêve bibin. Akyol, xwest ev zext û sordariyên li ser wan bi dawî bibin û hemû bijartiyên gel serbest bên berdan. (mae)