Cerdewanê birîndar piştî 11 rojan mir 2016-10-02 13:50:04 SÊRT (DÎHA) – Cerdewan Refîk Kamelê di 21’ê îlonê de di şer de li Bejahiya Dihê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Li Bejahiya gundê Dirişka Eruh a girêdayî Dihê ya Sêrtê di 21’ê îlonê de di navbera leşker, cerdewan û HPG’iyan de şer derketibû. Di şer de 2 cerdewanan jiyana xwe ji dest dabûn û Refîk Kemal jî bi giranî birîndar bûbû. Cerdewan Refîk Kemalê birîndar li nexweşxaneya tedawî didît de jiyana xwe ji dest da. Di heman pevçûnê de gelek leşker û cerdewan jî birîndar bûn. (ks/mae)