Bo gerînendeyê ku xwendekarên keç û kur ji hev cuda dike destûra lêpirsînê tune ye 2016-10-02 09:22:12 AMED (DÎHA) – Qaymeqamtiya Peyasê û Dadgeha Îdarî ya Herêmî, ji bo Gerînendeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Namik Kemalê Mehmet Zekeriya yê ku li dibistanê xwendekarên keç û kur ji hev cuda kir û ji bo mamosteyên ku li dijî vê cudabûnê bertek nîşan da jî gotibû, “Sala bê ez ê mamosteyên jin û mêr jî ji hev cuda bikim” destûra lêprisînê neda. Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê, sala çûyîn Gerînendeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Namik Kemalê Mehmet Zekeriya yê ku xwendekarên keç û kur ji hev cuda kiribûn, bi mebesta “Peywira xwe yî cemaweriyê nebaş dike” gilî kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Gerînendeyê Dibistanê de, ji Qaymeqamtiya Peyasê daxwaza destûra lêpirsînê kiribû, lê ev daxwaza wî hat redkirin. Li ser vê hem dozgerî û hem jî parêzer, ji bo biryara bê rakirin serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Amedê dan, lê serlêdana wan jî hat redkirin. Ji ber rêyên huqûqî hemû xitimîn, dozgerî jî dosyeya lêpirsînê girt. Têkildarî mijarê parêzera Şaxên Egîtîm-Sena Amedê Selvî Tûnç axivî. Tûnç, Maddeya 15’emîn a Zagona Sereke ya Perwerdehiya Mîlî “Li dibistanan perwerdehiya keç û kuran a têkel esas e” dest nîşan kir û got, cudakirina xwendekarên keç û kur û dayîna perwerdehiya bi vî awayî sûc e. Gerînende dixwaze mamosteyan jî ji hev cuda bike Tûnç, bi bîr xist ku Gerînendeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Namik Kemalê Mehmet Zekeriya di serdema hînkarî-perwerdehiyê ya sala 2015-2016’an de bi awayekî derqanûnî, li dibistana ku 900 xwendekar lê dixwînin xwendekarên keç û kur ji hev cuda kirine û bi vî awayî li polan perwerdehî li wan hatiye fezrkirin. Tûnc, anî ziman ku li dibistanê peywendiya xwendekarên keç û kur ji aliyê gerînendeyê dibistanê ve hatiye astengkirin û wiha got, “Gerînendeyê dibistanê li dibistana 3 qatiyî, qatê yekem bo xwendekarên kur veqetandiye. Qata wê yî duyem jî kiriye mescîd. Qata din jî ji bo xwendekarên keç veqetandiye.” Tûnç, bi bîr xist ku gelek malbatên xwendekaran li dijî vê pêkanînê bertek nîşan dane û gelekan jê ji vê dibistanê neqla zarokên xwe xwestiye û her wiha diyar kir ku mamosteyên dibistanê yên li dijî vê bertek nîşan dane jî, gerînende gef li wan xwariye û wiha got, “ ‘Min îsal xwendekarên keç û kur ji hev cuda kirin, sala bê jî ez ê mamsoteyên jin û mêr ji hev cuda bikim’ gerînende bi vî awayayî dixwaze derhuhuqûqiyê pêşdetir ve bibe.” Dozger, ji bo der barê gerînende de doz bê vekirin serî li dadgehê da Tûnç, anî ziman ku ji ber gerînendeyê dibistanê peywira xwe nebaş kiriye sala çûyîn wan li Dozgeriya Komarê ya Amedê giliyê wî kiriye û ji bo der barê gerînende de doz bê vekirin, serdozgerî ji Qaymeqamtiya Peyasê daxwaza destûra lêpirsînê kiriye û wiha got “Ji dêvla ku Qaymeqamtiya Peyasê bo rakirina vê pêkanîna derhuqûqî tevbigere û destûra lêpirsînê bide, bereksê wê kir, gerînendeyê dibistanê parast û destûra lêpirsînê neda.” Tûnç, bi bîr xist ku ji bo betalkirina biryara qaymeqamtiya hem wan û hem jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Amedê daye, lê serlêdana wan hatiye redkirin û wiha dest nîşan kir, “Lê mixabin, bi destê darazê biryareke li dijî modela perwerdehiya têkel hat dayîn. Bi vê biryarê re, pêşî li lêpirsîna der bar gerînendeyê dibistanê hat girtin. Ji bo dubare lêpirsîn bê vekirin, em ê dubare giliyê gerînendeyê dibistanê bikin.” Der barê yê qanûn binpêkirin na, lê yê protesto kirin de lêpirsîn hat vekirin Tûnç, bi bîr xist ku gerînendeyê dibistanê, mamosteyên endamê Egîtîm-Senê yên têkildarî vê pêkanînê daxuyanî dan û wî protesto kirin de gilî kiriye û wiha got, “Daraza ku giliyên me yên der barê vî kesê ku peywira xwe nebaş bi cih aniye red kir, lê mixabin daxwaza vî şexsî qebûl kir û der barê rêveber û endamên Egîtîm-Senê de lêpirsîn vekir. Bi îstînada heqaretê, bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin.” ‘Em ê gilî bikin’ Tûnç got, gerînendeyê ku der barê wî de destûra vekirina lêpirsînê nayê dayîn, ji vê hêz digire û di serdema hînkarî-perwerdehiyê ya 2016-2017’an de jî xwendekarên keç û kur ji hev cuda kiriye. Tûnç, dest nîşan kir ku ew ê der barê vî gerînendeyî de gilî û gazincên xwe bidomînin û wiha got, “Daxwaza mamosteyên li wê dibistanê dixebitin û malbatên xwendekaran, di vî warî de ye.” (red)