'Zivistan tê berxwedêrên li konan dijîn bi tenê nehêlin' 2016-10-02 09:14:35 AMED (DÎHA)- Komeleya Rojavayê, bi hatina zivistanê re ji bo gelê Şirnex, Nisêbîn, Cizîr û hemû kesên li qadên xwerêveberiyê dijîn banga piştevaniyê kir. Piştevanî û alîkariya Komeleya Rojavayê ya ji bo welatiyên li Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Silopiya û Geverê ku avahiyên wan di êrîşên hêzên dewletê de hatin rûxandin û şewitandin didome. Bi sarbûna hewayê re, Komeleya Rojavayê ji bo welatiyên li konan dijîn li gel şandina konên zivistanê, tadîlata gelek avahiyên welatiyan jî kir. Em piştevaniyê zexmtir bikin Hevserokê Komeleya Rojavayê Mûstafa Ocaklik got, sala çûyîn van wextan şer dest pê kiribû û diyar kir ku kampanyaya alîkarî û piştevaniyê ya ku sala çûyî ji bo qadên xwerêveberiyê dabûn destpêkirin bênavber didome. Ocaklik anî ziman ku kampanya didomin û ew li benda alîkariya welatiya ne û got, ji destê kê çi bê divê bike û divê demildest piştevanî zexmtir bibe. ‘Li Geverê tadîlata 600 avahiyî hat kirin’ Ocaklik anî ziman ku li Geverê wan tadîlata zêdeyî 600 avahiyî kiriye û malbatên ku karibûne tadîlata avahiyên xwe bikin wan malzeme dane wan . ‘Şandina konên zivistanê dest pê kir’ Ocaklik diyar kir ku di baregeha amadehiyên zivistanê de herî zêde pêdivî bi nivînan heye û ji ber hewa sarbûye pêdivî bi amûrên germbûnê heye. Ocaklik got, wan ji bo malbatên ku li konanan dijîn dest bi şandina konên zivistanê kiriye û da zanîn ku dê ji bo her konî jî amûrên germbûnê jî bişînin. Ocaklik wiha axivî: “Di baregeha kampanyayan de, hewldanên me yî piştevaniyê didomin. Ji bo amadekariyên zivistanê em bi hin fîrmayan re hevdîtinan pêk tînin. Em bi saziyên civaka sivîl ên li Stenbol û Enqereyê hatin gel hev û me ji bo çareserkirina pirsgirêkê daxwaz li wan kir û xwest piştevaniyê bikin.” ‘Em piştevaniyê berfirehtir bikin’ Her wiha Ocaklik got, pêdivî bi zexîre û cilûbergên zivistanê jî heye û bang li her kesî kir da ji bo qadên xwerêveberiyê piştevaniyê zexmtir bikin û wiha got, “Divê em mirovên xwe di zivistanê de li derve nehêlin. Em birînên xwe, xwe bi xwe bicebirînin. Em bajarên xwe bi yek hêzê ji nû ve ava bikin. Em piştevaniyê berfirehtir bikin. Roj ev roj e.” (red)