'Girtina TV û radyoyan zorbetî û derhuqûqî ye’ 2016-10-02 09:12:10 WAN (DÎHA) – Rojnamegerên wanî li dijî girtina radyo û televîzyonên ku Van TV jî di nav de bertek nîşan dan û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn derhuqûqî û zorbetî ye. Bi Biryranameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ÎMC TV, Azadî TV, Hayatin Sesî TV, Zarok TV, Denge TV, Jiyan TV û Van TV jî di nav de gelek televîzyon û radyo ji aliyê RTUK’ê ve ji platforma TURKSAT’ê hatin derxistin. Piştî vê biryarê ji her kesimî bertek û nerazîbûn xwe didin der. Rojnamgerên li Wanê dixebitin jî, li dijî vê pêkûtiyê bertekên xwe dan der. ‘Kedkarên çapemeniyê nayên tepisandin’ Serokê Komeleya Medyaya Înternetê (VÎMED) Îlhan Siyahtaş, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê pêkûtiyên ku di demên dawî de, nexasim jî yên li dijî çapemeniyê xwe didin der qet ne bi xêr in û diyar kir ku organên çapemenî û weşanê yek bi yek tên girtin. Siyahtaş anî ziman ku yek ji nimûneya vê jî li bajarê wan arasteyî Van TV’yê xwe da der û wiha got, “Van TV hat girtin. Nêzî 50 xebatkarên wê hatin mexdûrkirin. Em wek VÎMED’ê pêkûtiyên bi vî rengî derhuqûqî dibînin. Bi tu awayî organên çapemenî û weşanê nayên girtin. Kedkarên çapemeniyê nayên tepisandin.” ‘Em ê li her qadê xebatên xwe bidomînin’ Edîtorê kurdî yê Van TV’yê Azîm Yacan anî ziman ku, dema mirov li TV û radyoyên hatine girtin dinihêre hemû muxalif in û got, bi taybetî girtina Jiyan TV a ku bi zaravayê dimilkî weşana xwe dikir û qenala zarokan Zarok TV’yê nayê qebûlkirin . Yacan, anî ziman ku di dîroka cîhanê de cara ewil e ku li Tirkiyeyê qenaleke zarokan bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” tê girtin û got, girtina radyo û televîzyonan derhuqûqî ye. Yacan, got, bi taybetî wan bi qewimandinên li bajarên kurdan etsiye rastiyê tim bidin der û diyar kir ku bi girtina televşzyonan li Tirkiyeyem pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha axivî: “Ev bêedaletî, zilm nayê qebûlkirin. Em vê biryarê şermezar dikin. EM ê li her qadê xebatên xwe bidomînin. Heta ji destê me bê, emê nûçeyan ragihînin gel. Em ê her şopdarê vê bin û rastiya bo gel ragihînin.” ‘Dê ev hewldana zorbeyî Tirkiyeyê ber bi rojên xweş ve nebe’ Adîl Harmanciyê ku bi sala ye li Wanê wek rojnamegerekî serbest dixebite jî, dest nîşan kir ku girtina TV û radyoyan nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Van TV, bi polîtîkayeke ku Wanê eleqedar dikir weşana xwe dikir. Berê jî Merkur TV’ya ku li bajêr weşana xwe dikir hatibû girtin. Niha Wan, bê Van TV ma. Ne civakî, ne siyasî û ne jî çandî tu tarîfeyeke vê tune ye. Bi her awayî hewldaneke zorbeyî ye. Dê ev hewldana zorbeyî Tirkiyeyê ber bi rojên xweş ve nebe. Dê ber bi roşên hê şêlûtir û kaosî ve bibe.” (red)