Çig: Min ji bo aşitiyê peywira xwe pêk anî 2016-10-02 09:03:31 MÊRSÎN (DÎHA) - Hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Alîgira Doç. Dr. Eylem Çamûroglû Çig, ku ji ber “Belavoka Aşitiyê” îmzekiribû peymana wê ya bi zanîngehê re nehat nûkirin û ji karê xwe bû wiha got: “Em bi her awayî li gor wijdanê xwe tevgeriyan û tiştekî ku peywira me ye, me kir.” Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Mêrsînê Eylem Çamûroglû Çig, ji ber ku belavoka “Em dê nebin hevparê vî sûcî” îmze kir, peymana wê ya bi zanîngehê re nehat nûkirin û bi vî awayî ji karê xwe bû bi bîr xist ku, tevî wê peymana 9 hevalên wê hatiye fesxkirin û wiha got, “Dema me ev belavok îmze kir, diyar bû ku me bi kîjan hestî û hisiyatê îmze kiriye. Em bi her awayî li gor wijdanê xwe tevgeriyan. Tiştekî ku peywira me ye, me kir.” Çig, anî ziman ku wek akademîsyenekê beyankirina fikrî peywira wê ye û wiha got, “Heke bivê, dê îktîdar jî bê rexnekirin û hişyarkirin. Min peywira xwe bi cih anî. Niha jî bi tu awayî şik û guman li min hasil nebûne, lewre min peywira ku ket ser milê xwe bi cih anî û ji ber vê ji aliyê wijdanî ve zaf rihet im.” 'Karîneya masûmî tê îhlalkirin’ Çig, anî ziman ku bi OHAL’ê re peymana bi akademîsyenan re, bi awayekî hêsantir tên fesxkirin û diyar kir ku ew bi sûcê wek “Îmzekirina belavokê” tên tawanbarkirin. Çig, dest nîşan kir ku “Îmzekirina belavokan” tu sûcî teşkîl nake û got ev di huqûqa dîsîplîna ku akademîsyen tabiî wê ne de cih nagire. Çig, anî ziman ku ji ber tawanbariya vî sûcî, wek hevalên wê bi wê re jî peymana mayîna li zanîngehê nehatiye nûkirin û wiha axivî: “Di warê akademîk de bi tu awayî kêmaniyek min tune ye. Di dosyeya ku diviya min 45 pûan wergirtana, min 265 pûan wergirt. Raporên min î jurî, fakulteyê, lijneya beşê hemû erênî ne, lê li gel vê jî rektorî lêpirsînên edlî û îdarî wek hincet nîşan da û peymana bi min re nû nekir. Aşkere ye ku karîneya masûmiyî tê îhlalkirin. Lewre, ne edlî û ne jî îdarî hîn lêpirsîn bi encam nebûye.” 'Wijdanê min rihet e’ Çig, dest nîşan kir ku wek li Zanîngeha Mêrsînê li zanîngehên din jî qirkirina akademîsyenan xwe dide der û diyar kir ku ev serdema ku ew tê de dijîn ji aliyê azadiya îfadekirinê, mafên mirovan ên bingehîn serdemeke xerab e. Çig, da zanîn ku ew tiştên ku tên serê wan ne tiştên pir ecêb in û wiha got, “Lê divê meriv biheyire jî. Ji hêlekê ve me di warê mafên mirovan de jî gelek tişt winda kirin. Di warê azadiya îfadekirinê de jî û her diçe em hê winda dikin jî. Di vî warî de wijdanê min zaf rihet e.” 'Lê belê dema aşitî pêk bê dibe hin tişt biguherin’ Çig, anî ziman ku di demên şerî de gotina “aşitiyê” pir zehmet e û wiha got, “Serdemên şerî, ew serdem in ku mixabin îfadekirina azadiyê, aşitî û mafên mirovan ên bingehîn bi rihetî ji holê tên rakirin û binpêkirin. Ji ber vê ye vegotina “aşitiyê” zehmet e.” Çig, dest nîşan kir ku peyva “aşitiyê” di demên aşitiyane de pir bi rihetî tê gotin û wiha got, “ Lê di demên şerî de vegotina wê pir zehmet e. Lê divê bê gotin. Tenê dema aşitî pêk bê, dibe ku hin tişt biguherin. Dema aşitî pêk bê, em dubare dikarin rûnên behsa azadî û demokrasiyê bikin û nîqaş bikin. An jî demokrasî û aşitî ew tişt in ku bi hevdu re tên.” 'Ez ê xebatên xwe yî akademîk bidomînim’ Çig, got ew ê xebatên xwe yî akademîk bidomîne û dest nîşan kir ku pîşeya wan xebata akademîk e û wiha got, “Ev ne ew tişt e ku hema bi derbekê bê sûrandin. Perwerdehiya me, nêrîna me yî li jiyanê ev bû. Helbet, em ê xebatên xwe yî akademîk û zanistiyî bidomînin. Akademiya alternatîf li Kocaeliyê vebû. Em ê jî , li vir li alternatîfên curbecur bigerin. Em li bajêr in, em ê hilberîna xwe yî zanistiyî bidomînin.” 'Heta hin îtiraz bikin, dê hêvî her hebe’ Çig, dest nîşan kir ku der barê rêveberiya Tirkiyeyê ew bi endîşe ye û diyar kir ku her ku diçe xerabtir dibe. Çig da zanîn ku dirêjkirina maweya OHAL’ê dê bo her kesî bibe sedema windahiya mafan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Naxwazim pir xemsar û bêhêvî bim. Li cihê ku mirov lê hebin, hêvî jî her tim heye. Li cîhanê guherîneke paradîgmayî pêk tê. Ez di wê qinyatê de me di vê guherînê de, Tirkiye tenê di hundirê vê de ye. Dema di sedsala 20’em de qeyraneke bi vî rengî xwe da der, faşîzm her derê dinyayê dorpêç kiribû, niha jî em bi xetereyeke wisa re rû bi rû ne. Hêvîdarim, em ê pêvajoyeke wisa nejîn. Lê heta hin kesên îtîraz bikin hebin, gotinek wan hebe û heta hewl bidin hin tiştan çêbikin, di wê baweriyê de me divê meriv hêviya xwe biparêze.” (red)