Li Dersimê operasyona leşkerî 2016-10-01 21:39:52 DERSIM (DÎHA)- Hat zanîn ku gelek leşker, li qadên qelaçiyî û bilind ên gundên Dersimê hatine daxistin û veguhastin. Hat zanîn ku gelek leşker li girên gundên Tumayîk, Velkan, Keykan, Merxo yên Dersimê hatine daxistin û bicihkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hîn jî leşker li ser giran sekinandîne. (red)