Kesên standa qetlîama 10'ê Cotmehê vekirîn hatin binçavkirin 2016-10-01 16:56:03 ENQERE (DÎHA) - 2 Kesên ku ji bo bangewaziya tevilbûna bîranîna qetlîama 10'ê Cotmehê li Enqereyê pêk hatî stand vekirin bi derbkirinê hatin binçavkirin. Endamên Kaldiraçê Okan Okay û Betul Koca ku ji bo bangewaziya tevilbûna bîranîna qetlîama 10'ê Cotmehê li Enqereyê pêk hatî li Kuçeya Yuksel stand vekirîn ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Polîsên ku Akay û Koca xistin binçavan gef li kesên ku derdora stendê xwarin. Endamên Kaldiraçê yên ku bi derbkirinê hatin binçavkirin diruşmeya, "Em qetlîama 10'ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin" berz kirin. Polîsên ku Okay û Koca xistin bin çavan gef li rojnamegerên ku dîmen dikêşan jî xwarin û ji wan re gotin, "Nekêşên dê rêz were we jî." (no)