Rewşa Şaran ê birîndar giran e 2016-10-01 11:45:10 ŞIRNEX (DÎHA) - Rewşa Seyît Riza Şaran ê ku di girtîgeha Şirnexê de di encama îsyanê de birîndar bûyî hîn giran e. Di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de encama îsyan û şewata ku derketî de Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest dabû û ciwanê bi navê Seyît Riza Şaran jî bi giranî birîndar bûbû. Şaran hêj li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin û rewşa wî giran e. Derbarê buyera ku qewîmî de heya niha ne dozgeriyê, ne Walîtiya Şirnex tu daxuyanî nedane. (kom/no/ag)