Bloka Aştiyê: Dengê na bidin tezkereya Iraq Sûriyê 2016-10-01 11:10:07 STENBOL (DÎHA) - Bloka Aştiyê bang li wekîlan kir û xwest li dijî daxwaza teskereyê ya Iraq Sûriyê helwesta xwe nîşan bidin û dengê na bikar bînin. Bloka Aştiyê bang li wekîlên gel ên di bin baneya Meclîsa Tirkiyene kir û xwest li dijî teskereya Iraq û Sûriyê helwesta xwe nîşan bidin û dengê na bikar bînin. Bloka Aştiyê têkildarî daxwaza teskereyê daxuyaniya nivîskî da. Blokê di daxuyaniyê de ji wekîlan xwest ku ji bo aştiyê dengê na bidin teskereya Iraq Sûriyê û destûr nedin ku OHAL dirêj bibe. Blokê ji wekîlan xwest ku destûr nedin kesên şer dixwzin û li dijî demokrasiyê di navbera gelan de dîwarên betonî ava bikin. Bloka aştiyê ji hemû wekîlan xwest ku li dijî dirêjkirina OHAL'ê û daxwaza teskereyê ya Serokwezîrtiyê dengê na bikar bînin û ji bo aştiyê li dijî şer helwesta xwe zelal bikin. Blokê destnîşan kir ku tê xwestin dîwarê li dijî sincan tê avakirin û xwest her kes li dijî vî diwarê navbera gelan ê şer raweste û dijberiya vî dî warî nişan bide. Blokê ji hemû wekîlan xwest pira demokrasiyê bi hêz bikin û pirên aştiyê ava bikin. (mae)