Sozên AKP’ê bûn toz 2016-10-01 09:09:03 WAN (DÎHA) – Şaredarê AKP’î yê Navçeya Tuşba Fevzi Ozgokçe, berî hilbijartinê li gundê Bardakçi soza çêkirina rê da welatiyan. Lê 4 sal derbas bûn hêj rêya welatiyan çênekiriye. Welatiyan diyar kirin ku gotinên AKP'ê bûn toz û bertekên xwe anîn ziman. Li Wanê cudahiya şaredariyên AKP'î û DBP'î di kar û pratîkê de xwe dide der. Şaredariyên DBP'ê her dem bi xizmeta civakî, çandî, aborî û avakirina binesaziyê derdikevin pêş. Şaredariyên AKP'ê jî her dem bi dizî, nelirêtî û îhaleyan derdikeve holê. Şaredarê AKP’î yê Navçeya Tuşba Fevzi Ozgokçe, berî hilbijartinê li gundê Bardakçi soza çêkirina rê da welatiyan. Lê 4 sal derbas bûn hêj rêya welatiyan çênekiriye. Li gundê Bardakçi yê 5 kilometre dûrî Wanê ye û 4 hezar nifûsa wî heye, bê rê dijîn. Di demsalên zivistanê de welatî di nava heriyê de dijîn. Ji ber rê nehatiye asfaltkirin, bi baran û berfê re her der dibe derya heriyê (celbê) û koncalên mezin çêdibin. Ji ber ku rê xera dibe, maşîne di çûn û hatinê de gelek zor û zahmetî dijîn. Welatiyan diyar kirin ku gotinên AKP'ê bûn toz û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan anîn ziman ku Şaredarê AKP’î Fevzi Ozgokçe di hilbijartinê de li malan geriya û soza ku rêya wan bike asfalt dabû, lê hêj rê nehatiye çêkirin. Welatiyan anîn ziman ku hilbijartin qediya êdî ku endam û nûnerên AKP’ê nehatin gundê wan û ew hatin ji bîrkirin. (mae)