Ked û komun bereketa birinca Qerejdaxê zêde dike 2016-10-01 08:59:58 ÛGÛR AKGUL AMED (DÎHA) - Li gundê Qîlwan ê girêdayî Çinara Amedê, 38 malbat bi awayekî komunî ji bo ku çandiniya birinca Qerejdaxê bikin kom bûn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo çandiniya birincê bidome, ji bo gund gola avê çêkir. Welatiyên gund bi kedek mezin û komunê çandiniya birincê berdewam dikin. Pişta Çiyayê Qerejdaxê, ew cih e ku li cihanê cara ewil lê çandinî hatiye kirin. Ji van çandiniyan yek jê jî çandiniya birincê ye. Axa Qerejdaxê ji ber bi kevir û av e ji çandiniya birincê re dest vekiriye. Li vê heremê herî zêde çandiya birincê tê kirin û ev herem bi nav û dengiya birincê tê nasîn. Cardin li heremê ji ber ku ji bilî birincê tiştekî din nayê çandin, xwedîkirina pez jî li Qerejdaxê tê kirin. Di salên dawî de ji ber kaniyên avê kêm bûn cotkarên ku birinc diçandin serî li kolandina bîrên avê dan. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku çanda çandiniya birincê li heremê berdewam bike, sala par gavekî mezin avêt û ji bo welatiyên gundê Qîlwan yê Çinara Amedê gola avê çêkir. Di dema çêkirina golê de bizirên masiyan jî li golê hatibûn werkirin û niha masiyên golê jî mezin bûne. Çanda kevnare didomînin Her çiqas zor û zehmetiyên çandiya birincê hebe jî, gundên Qerejdaxê dev ji çanda kevnare bernadin û bi derfetên zehmet çandiniya zebare ango komunî berdewam dikin. Tovên birincê di meha gulanê de tê avêtin û herî kêm piştî 4 mehan dest bi çandiniyê tê kirin. Li ser erda ku birinc lê hatiye çandin gelek mirov dixebitin. Ji van kesan cenan yên ku li erd miqateye, bekçî yê ku parastina erd dike û karker jî yên ku ji çandiniyê heta bênderan li nava erd dixebitin. ‘Her tişt bi hevkarî hat kirin’ Cotkarê bi navê Memo Gulen (62) anî ziman ku wan bi 38 malbatên ku di nav de xizm û gundiyên wan jî hene 150 donim erd birinc çandine. Gulen dest nîşan kir ku ji ber kêmbûna avê nîvê birinca li erdê wan hişk bûye û wiha got: “Me xwest ku em hemû gundiyên xwe tevî çandiniyê bikin lê ev yek pêk nehat. Îsal adaniya erd ne xerab e. Ji cotkariyê heta gubrekirinê her tişt bi hevkarî tê kirin.” ‘Jin û mêr bi hevkariyî dixebitin’ Gulen da zanîn ku ji gola ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo avdanê ji wan re çêkiriye gelekî fêde girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku şivanan di mehên havînê de av ji ser golê qutkirin, gelek av di golê de kom nebû. Îsal ava me kêm ket û ji ber vê yekê me sondaj kola. Di çandiniyan de mêran bi dasan birinc radikirin û jin jî baqên birincê li ser bênderan kom dikirin. Em guman dikin ku îsal di navbera 9-10 ton birinc bi dest bixin. Ji ber ku axa Qerejdaxê bi kevir e, ava wê cemidî û bayê wê hênik e, tehma birinca wê ji yên din xweştir tê.” (bg/red)