'Em yekdengiyê qebûl nakin' 2016-09-30 20:43:50 ÎZMÎR/MÊRSÎN (DÎHA) – Bi sedan kes li Îzmir û Mêrsînê li dijî girtina radyo û televîzyonan daketin kolanan û girtina radyo û televîzyonên muxalif şermezar kir. Welatiyan diyar kirin ku ew yekdengiyê qebûl nakin û destûr nadin vê yekê. Komek welatî li pêş Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan a Îzmirê kom bûn û girtina radyo û televîzyonan şermezar kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên KESK, BTS, DİSK, TMMOB, HDP û EMEP'ê amade bûn. Komê di çalakiyê de pankartên “mafê gel ê ragihandinê nayê astengkirin" û “Li dijî mafê agahiyê ya gel darbe" "Dengê jiyanê nayê qutkirni" berz kirin. Komê bê navber siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Em stuyê xwe li ber yek dengiyê natewînin" berz kirin. Li ser navê Komê Nûnera Televîzyona Hayatin Sesî Emîne Uyar, diyar kir ku yê tê cezakirin gel e û dixwazin vîna gel bişkînin. Uyar, destnîşan kir ku di bin girtina televîzyon, radyo, rojname akademîsyenan de hişmendiya dîktatorî û yekperestiyê heye Li Mêrsînê jî Platforma Ked û Demokrasiyê li pêş Forum AVM'ê kom bû û pankarta “Çapemeniya Azad bêdeng name" û “Mafê gel ê nuçeyan nayê astengkirin" vekirin û dowizên zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin vekirin. Li ser navê komê Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Kemal Goksoy daxuyanî da û polîtêkayên dewletê yên li ser çapemeniyê şermezarkir. Goksoy, destnîşan kir ku ew dest ji têkoşîna azadî û demokrasiyê bernadin. Daxuyanî bisilogana "Çapemeniya azad nayê bedeng kirin bi dawî bû (mae)