Navê zarokê li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da aşkere bû 2016-09-29 22:37:22 ŞIRNEX (DÎHA) – Hat diyarkirin ku navê zarokê duh bi şev li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Cegerxwîn Akdenîz e. Duh bi şev li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê serîhildan derketibû. Heta niha hîn jî rayedarên dewletê û rêveberiya girtîgehê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane. Li gel vê aşkere bû ku zarokê duh li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye Cegerxwîn Akdenîz ê ji Amedê ye. Di serîhildanê de li gel Akdenîz zarokekî din jî bi giranî birîndar bûbû, lê heta niha navê wî nehatiye diyarkirin û zanîn û hîn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin û hat diyarkirin ku rewşa wî giran e. Her wiha tê payîn ku dê sibê malbata Akdenîz a ku li Mêrsînê dijî were Şirnexê û cenazeyê zarokên xwe wergirin. (kom/no/red)