Leşkeran li sînor dîsa sivîl gulebaran kirin 2016-09-29 13:26:35 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Welatiyên ku dixwestin sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarankirin û di encamê de 4 kes 3 ji wan zarok birîndar bûn. Leşkerên tirk bi şev saet 21:00'an de welatiyên gundên Çolebeg û Mendik ên dikevin Rojavayê Kobanê dema ku dixwestin sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê derbas bikin gulebarankirin. Di encama guleberanê ji sivîlan çar kes ji wan birîndar bûn.Welatiyên birîndar Hêzên Asayîşê rakirin Nexweşxaneya Emel û nexweşxaneya leşkerî yên navenda Kantona Kobanê. Leşkerên tirk 26`ê mehê li bajarê Girê Spî û bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê sivîl gulebaran kiribûn û di encamê de 17 sivîl hatibûn kuştin. (sa)