Ji Şaredariya Westanê ya AKP’î nelirêtiya 14 tirilyonî! - DOSYA 5 2016-09-28 09:04:35 Dema ji hilbijartinê re 5 roj ma nelirêtiya dawîn hat kirin SELMAN KELEŞ WAN (DİHA) – Di Şaredariya Westanê ya AKP’î de Serokê Şaredariyê ya dema borî Nazmî Sezer ê 14 tirilyon nelirêtî kiribû di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de ji ber ku careke din nebû namzet beriya 5 roj hilbijartinê nelirêtiya dawîn jî kir. Li Wanê nelirêtiya 14 tirilyon a Şaredarê navçeya Westanê Nazmî Sezer û Midurê Xizmetên Aboriyê Osman Kiziltaş ê di salên 2009-2014’an de kirine bi belgeyên fermî yek û yek derketin holê. Sezer ê 2 serdem peywira şaredariya AKP’ê kir di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de careke din nebû namzet beriya 5 rojan a hilbijartinê jî nelirêtî kiriye. Sezer û Kiziltaş ê her kêliyê de nelirêtî kirine, 250 kîlo hingiv jî wek “hatiye girtin” nîşan dane. Li gorî belgeyên derketin holê bi kiloyan hingiv hatine stendin û 7 hezar TL ji firmayekî AKP’î re hatiye şandin. Derbarê hingivên wek “hatiye girtin” tê nîşan dan jî belgeyek hatiye îmzekirin xuya nake û fîşên tesellumê jî nîn in. Fatûre ser hev hatine birîn! Beriya ji hilbijartinê re 8 roj bimîne jî Sezer û Kiziltaş fatureyeke 14 hezar 500 TL’yî ya xwarinê ji bo Restorana Gorkemê ya nêzîkê AKP’ê ye hatiye birîn tê dîtin. Dîsa di fatureyên ji bo Ocaxa Edene Şafak, Xwaringeha Goşt a Gevaşê û Restorana Gorkemê hatine birîn de jî çiqas pere hatiye birîn xuya nake. Di belgeyeke 25’ê Adarê de hatiye birîn de jî Sezar Kiziltaş di bin nav3e “girtina xwarinan” de 14 hezar 500 TL ji benqê kişandine. Di belgeya Fermana Dayînê de jî şaneya karmendê Pêkanînê xuya nake. ‘Ez çi dixwazim dikarim bikin’ Endameke meclisa şaredariyê ya wê demê ku nexwest navê wî aşkere bibe jî da zanîn ku Sezer beriya hilbijartinê hin îtirafan anîye ziman û ev tişt parve kirin: “Nexwe her kesî nelirêtî dizanîn. Wî jî di her keliyê de ‘Ez ê êdî serî li namzetiya şaredariyê nedim. Ez çi dixwazim dikarim bikin. Nexwe pere ji ji bêrîka millet derdikeve. Ev pereyê şaredariyê ye pereyê tu kesî nîn e. Ez jî serokê şaredariyê me û ev pere jî ya min e.’ digot.” Sezer çû!, Kiziltaş malnişîn bû Piştî Sezer careke din nebû şaredar jî şîrîkê wî Kiziltaş jî malnişîn bû. QEDİYA (gka)