Li Başûr mamoste daketin qadan 2016-09-27 11:17:51 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Mamosta û karmendên bajarê Helebce daketin qadan û ji bo daxwazkirina mafên xwe dest bi xwepêşandanê kirin. Li Helebçeya başûrê Kurdistanê, gelek mamoste, karmend û welatî ji ber krîza aborî daketin qadan. Li ber peykerê Mamostayê Nenasraw (Nenas) daxuyanî hat dayîn. Li ser navê komê mamosta Herdî Hadî daxuyanî xwend. Hadî wiha got: "Em hemû dizanin û aşkera ye ku Herêma Kurdistanê du sal in di aliyê rêveberî, darayî û siyasî de rewşek nebaş dijî. Vê yekê jî bandorek pir neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye. Xelkê vê herêmê neçarî koçberî û terikandina warê xwe hatiye kirin. Di rêya koçberiyê de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dane.” Di berdewama daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: "Weke mamosta û karmendan bandorek neyînî ya van hemû krîzan li ser jiyan û karê me çêkiriye. Ger çîn û pêkhateyên civakê tenê xema jiyana malbat û xwe de bin, em weke mamosta di xema malbata mezin a xwe de ne jî. Ev jî xwendekar û dibistanên me ne.” Di daxuyaniyê bal hat kişandina ser çend xalan ku ew jî wiha ne: “* Wezareta Perwerdeyê divê ji bin sîstema desteserkirin û zextê derkeve. * Mûçeyê mehane di dema xwe ya diyarkirin de bê dayîn. * Her wiha cardin mûçeyên heya niha nehatine dayîn, di berçavan re bên derbaskirin.” (sa)