Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya: Bi şer tiştên baştir nayên kirin 2016-09-27 09:20:13 AMED (DÎHA) - Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî şerê 52 salan peymana aştiyê îmze kirin. Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya Vincet Vallies, ku piştî vê peymanê hat Tirkiye cerebeyên xwe parve kirin. Vallîes diyar kir ku şer tenê mexdûr dike û talan dike û wiha got: "Şer tiştên baş ava nake. Em bi şer nikarin li cîhanê tişta baş ava bikin." Peymana Aştiyê ya navbera FARC'ê û rêveberiya Kolombiyayê, ku di 24'ê Tebaxê de li Kubayê hatibû îmzekirin. Piştî peymana aştiyê ji aliyê gerîlayan ve hat erêkirin, di 26'ê Îlonê de peymana dawî hat îmzekirin. Peyman dê di 2'ê Cotmehê de jî di referandûmê de pêşkêşî gel bê kirin. Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî şerê 52 salan peymana aştiyê îmze kirin. Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya Vincet Vallies, ku piştî vê peymanê hat Tirkiye cerebeyên xwe bi DÎHA'yê re parve kir. Vallîes diyar kir ku şer tenê mexdûr dike û talan dike û wiha got: "Şer tiştên baş ava nake. Em bi şer nikarin li cîhanê tişta baş ava bikin. 300 hezar kes mirin û 8 milyon kes koçber bûn Vallies, destnîşan kir ku bi awayekî fîlî 50 salin şer didome û wiha got: "Di vî şerê 50 salan de nêzî 300 hezar mirov hatin kuştin. 8 milyon mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. 2 hefde di ser vê pêvajoya peymana aştiyê re derbas bûn. Gel ji me bi hêvî ye. Ji bo gelê komolbiya nêzî 300 rûpel xalên aştiyê hatin amaddekirin. Dê di 2'ê Cotmehê de gel erê bike." Vallies, destnîşan kir ku ji bo heqîqeta şerê 50 salan û kuştina 300 hezar kesan bê ronîkirin komîsyona heqîqetê hat avakirin û wiha got: "Divê êdî polîtîkaya şer bi dawî bibe. Divê ji bo kesên muxalif "Ewlehiya Polîtîk" ku mafê muxalifan ên civakî, daxwazên wî tîne ziman bê qebûlkirin. Xala herî girîng ya Peymana Aştiyê xala "Ewlehiya polîtîk e" Ji bo vê yekê divê rêya siyaset û polîtîk bêqebûl kirin. FARC wekî partiya polîtîk divê karibe xwe bi rêxistin bike. Divê tu astengiyên li pêş rêxistinbûna wê neyên derxistin. Di pêvajoya şer de divê ji bilî tacîz, tecavuz û işkenceyê hemû tişt bê efokirin." Vallies, da zanîn ku piştî peymanê gerîllayên çekan berdin dê li warê xwe axa xwe vegerin. Ji bo vê yekê divê ewlehiya siyasî û civakî bê dayîn. Ji bo vê yekê divê hin sererastkirin û reform bên kirin. Amadekariyen vê yekê tên kirin. Plan û reform ne tenê ji bo gerîlla, ji bo hemû kesên ji cih û warên xwe koçber bûn derbas dibe. " Ji bo aştiyê têkeve meriyetê 10 - 20 sal lazim in Vallies, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê têkeve meriyetê pêdivî bi 10-20 salan heye û wiha got: "Mînak gerîllayên FARC'ê dê dinava 6 mehan de çekan berde. Dîsa dê ewlehiya civakî û polîtîk bê dayîn û mîsogerkirin. Dîsa dê reforma axê bê kirin. Ji bo hemû têkevin meriyetê herî kêm dê 10 - 20 sal derbas bibin. Şer her dem mexdûriyetê û wêrankirinê pêş dixe. Şerê di navbera gerîllayên PKK'ê û dewletê de demek dirêj e didome. Tu agahiya min der barê xebatên vir de tune. Lê ez dizanim şer mexdur dike. Şer tiştên paş ava nake. Şer dibe sedem ku mirov bêtir êşan bijî û mexdûr bike. Ez li Tirkiye aştiyê hevî dikim. Li Tirkiye divê aştî bê avakirin." ÇI BÛBÛ Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand. Di vê daxuyaniyê de hat gotin, 'êdî roja dawî ya şer e' û hat ragihandin, wan li hev kirine ji bo çek bi temamî bêdeng bibin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo şerê li hemberî yekîneyên artêşê bê qedandin, FARC'ê wezîfeya xwe bi cih aniye. Li gorî vê lihevkirinê, gerîlayên FARC'ê wê çekên xwe deyne û ji bo ewlekariyê wê tedbîr werin girtin. Di çarçoveya lihevkirina li paytexta Kuba Havanayê hat kirin de, peymana agirbestê ji aliyê Serokdewlet Jûan Manûel Santos û Fermandarê FARC'ê Rodrîgo Londono ve hat îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê ya li Havana de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon û rayedarên Kuba û Norwêcî jî amade bûn. Tê payîn, peyman pişî dengdana li Kongreyê di meha Cotmehê de bi refrandûmê ji aliyê gelê Kolombiyayê ve were qebûlkirin. Eger peyman di referandûmê de were qebûlkirin, wê gerîlayên FARC'ê di bin kontrola 50 çavdêrên Neteweyên Yekbûyî de li cihekî li hev bicivin. Gerîla wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de qonax bi qonax çekê deyne. Piraniya çavdêran jî ji welatên Latîn Amerîkayê pêk tên. Ji sala 1964'an û vir ve, di şerê navbera FARC'ê û artêşa Kolombiyayê de zêdeyî 260 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di şer de 45 hezar kes winda bûn û 7 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn. (mae)