Di mulakatên stendina mamosteyan de pirsên skandal 2016-09-27 09:18:47 AMED (DÎHA) - Di mulakata stendina mamosteyan de li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Rezan pirsên balkêş hatin pirsîn. Di mulakatê de pirsên "Kê tahîr Elçî kuşt? "Li gundê we mizgeft heye?, "Hûn der barê zarokên kevir davêjin de çi difikirin?" "Hûn difikirin bibin endamên kijan sendîkayê? " pirsîn. Namzetên mamosteyan ên xwestin bibin mamoste, di mulakatê re derbas bûn. Di mulakatê de pirsên balkêş ji wan hat pirsîn. Piştî biryara KHK'ê 4 hezar û 500 mamosteyên girêdayî Egîtîm Sen'ê yên Amedê ji peyvirê hatin girtin. Li ser vê yekê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê xwest bi riya mulakatan mamosteyan bigirin kar. Di mulakatê de pirsên "Kê tahîr Elçî kuşt? "Li gundê we mizgeft heye?, "Hûn der barê zarokên kevir davêjin de çi difikirin?" "Hûn difikirin bibin endamên kijan sendîkayê? " pirsîn. Piştî mulakatan lîsteya kesên hatin stendin diyar bû. Balkêş e piraniya kesên hatin qebûlkirin mezûnên Fakulteya Hîndekariya Vekerî bûn. (mae)