Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî DOSYA 4 2016-09-27 09:18:04 Şaredarê AKP'î wiha şaredarî şêland! SELMAN KELEŞ WAN (DÎHA) - Şaredarê AKP’î yê Westane Nazmî Sezer li ser navê “Ez diçim Enqereyê" bi deh hezaran tl pereyên şaredariyê ji bo şexsê xwe xerç kir. AKP'ê piştî îlankirina OHAL'ê û biryarên KHK'ê qeyûm tayînî 25 şaredarên DBP’ê kir. Îktîdara AKP'ê ku bi hinceta "pere dane rêxistina PKK'ê" û "Xizmeta gel nakin" qeyûm tayînî şaredariyan kir, çavê xwe ji nelirêtî, dizî û talankirina malên şaredariyan re digirin. Îktîdara AKP'ê ku çavê xwe ji diziya endam û nazmetên xwe re digire, şaredariyên ku gel bi têkoşîna xwe bi dest xist bi hukmê zorê desteser dike. Hikûmeta AKP çavê xwe ji diziya şaredariyên di destê endam û rêveberên wê de digire û rê li pêş diziya sed hezaran tl malên şaredariyan vedike. Li navçeya Westanê ya Wanê Şaredarê Westanê yê AKP'î Nazmî Sezer ê di navbera salên 2009- 2014'an de şaredarî kir û Midûrê Xizmeta Malî Osman Kiziltaş di nava 5 salan de 14 milyon tl pereyên şaredariyê dizîn. Wezîrê Karên Hundir û Walîtiya WAnê bi navê pereyên sergirtî veşart. Lê di belgeyan de derket holê ku Şaredar û midûrê şaredarê AKP’î ji fîrmayên hevkar re bi deh hezaran tl pere pêşkêş kiriye. Bi navê 'Diçim Enqereyê' bi deh hezaran tl pere dîzî Di belgeyan de derket holê ku Şaredar Nazmî Sezer bi navê "Diçim Enqereyê" bi deh hezaran tl pere ji şaredariyê dizî. Li şûna îmzeya karmendê stendinê li belgeyên lêçûnê hebe tenê îmzeya midûrê malî Kiziltaş û şaredar Sezer heye. Sezer gelek caran bi navê diçin dervê bajar ji pereyên şaredarinyê bi deh hezaran tl ji bo şexsê xwe xerç kiriye. Sezer di 10 salên şaredariya xwe de pereyen ji bo şexsê xwe qerç kiriye wiha ye; "Ji bo sala 2013'an, Di 25'ê Çile de 14 hezar TL, di 6'ê Sibatê de 4 hezar û 500 TL, di 21'ê Adarê de 3 hezar 500 TL, di 3'ê Adarê de 5 hezar tl, di 10'ê Gulanê de 10 hezar û 500 TL, di 14'ê Hezîranê de 3 hezar TL, di 28'ê Hezîranê de 3 hezar û 500 TL, di 2'ê tebaxê de 6 hezar TL, di 16'ê Îlonê de 15 hezar TL, di 4'ê mijdarê de 5 hezar TL, di 18'ê mijdarê de 12 hezar TL.” ji bo şexsê xwe xerç kir. Avans ji şaredariyê girtie Sezer di 10 salên şaredariyê de gelek caran avans kişand. Di van avansan de tenê îmzeya midûrê maliyê Kiziltaş heye. Heta 31 Kanûn 2013'an bi hezaran tl avans pere ji butçeya şaredariyê kişandiye. Li gel ku beyî îmzeya karmendên pêkanînê li ser Belgeya Fermana Dayînê tune be divê kar neyê kirin dîsa pere ji qazeya şaredariyê hatine kişandin. Xwe bi xwe bûye mêvanê xwe Sezer û midûrê maliyê Kızıltaş ji bo pereyan ji qazeya şaredariyê xerç bike wekî ku mêvan hatibe nîşan daye û pere xerç kiriye. Bi deh hezaran TL li mêvanên xeyalî xerç kiriye. Dîsa bi deh hezaran tl bi fîrmayên hevkar re parve kiriye. Wekî ku heqê xwarin û vexwarinê dabe nîşan daye. Di 24'ê Sibata 2014'an de wekî ku ji 1930 kesan re xwarin dabe pere daye Fabrîqeya Xwarinê ya Altinoluk Tadim Heqê xwarinê 14 hezar û 590 TL nîşan daye. Lê ne diyare xwarin daye kê. Di 2'ê Sibata 2014'an de dîsa heqê xwarinê 14 hezar û 500 TL daye heman fabrîqeya nan. Xwarin daye kê ne diyar e. Weki rojê deh hezar tl perê xwarinê dabe Li gorî belgeyên sexte wekî ku rojê bi deh hezar tl pere dabe nîşan daye. di sala 2014'an de bi deh hezaran tl pere daye firmayên hevkar. Belgeyên sexte wiha ne: "Di 15'ê Çileya 2014'an de 13 hezar û 560 TL pere daye fabrîqeya xwarinê ya Altinoluk, Di 22'ê Sibatê de 14 hezar û 500 TL pere daye Gorkem Restourantê, di 10'ê Çile de 15 hezar û 440 TL pere daye Lokantaya Westanê, di 10'ê Çileya 2014'an de 14 hezar û 89 TL pere daye Lokantaya Dostlar, di 10'ê Çile de 13 hezar û 510 TL pere daye Fabrîqeya Xwarinê ya Tadim. Di 28'ê Kanûna 2012'an de 3 hezar TL pere daye Restoranta Gorkem û di 28'ê Kanûna 2012'an de ji 3 hezar û 750 TL pere daye. Sibê: Diziya Şaredar a Nazmî Sezer û Midûrê Malî Osman Kiziltaş a berî hilbijartina 2014'an. (mae)