Qonaxa Zinciriye kirin navenda rûxandina Sûrê! 2016-09-27 09:17:25 AMED (DÎHA) - Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Qonaxa Zinciriye ji bo buroya ruxandin û "ji nûve avakirina" Sûrê ji bo 5 salan bi kirê girt. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Qonaxa Zinciriye a li kolana Muze ya taxa Camiikebir a Sûrê ji bo 5 salan kirê girt. Qonax Zinciriye niha ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve tê restorekirin. Qonax dê wek buroya xebatên ruxandin û ji "nûve avakirina" Sûrê bê xebitandin. Xebera saziyên civakî bi "ji nûve avakirina" Sûrê tune Balkêş e ne xebera Şaredariya Sûrê û ne jî xebera Saziyên Sivîl ên Civakî bi vê ji nûve avakirina Sûrê heye. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê bê ku xeber bide saziyên herêmî dê Sûrê ji "nûve ava bike". (bî/mae)