Ji bo Ozgur Gundemê serî li AYM'ê dan 2016-09-26 23:32:22 STENBOL (DÎHA) - Parêzerên Rojnameya Ozgur Gundemê piştî serî li 9'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê dan û îtîraza wan hat redkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzerên Rojnameya Ozgur Gundemê piştî 8'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê biryara rojnameya Ozgur Gundemê dan, li 9'emîn Dadgeha Sulh Ceza îtîraz kiribûn. Piştî îtîraza parêzeran hat redkirin, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Prz. Ozcan Kiliç û prz. Sercan Korkmaz bi daxwaznameyek ji 12 rûpelan pêk tê serî li AYM'ê dan. Parêzeran di serlêdana îtîrazê de bal kişandin ser naveroka rojnameyê û serdegirtina rojnameyê ya li diji hiqûqê. Dîsa bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê.Parêzeran di serlêdana îtîrazê de li ser girtina saziyên din ên di avahiyê de jî rawestiyan û destnîşan kirin ku li dijî zagon û huqûqê hemû avahî hatine girtin. Parêzeran destnîşan kirin ku girtina rojnameyê û serdegirtina avahiya rojnameyê li dijî hiqûq, zagon, Qanûna Bingehîn û biryarên Peymana Manfên Mirovan a Ewropayê ye. Dîsa destnîşan kirin ku 9'emîn Dadgeha Sulh Ceza bêyî lêkolîn bike biryara redkirinê daye. (mae)