6 kesên li Golanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2016-09-26 15:16:46 ERDEXAN (DÎHA) – 6 kesên dema ji bo şînê diçûn Golanê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Hevserokê DBP'a Erdîşê Mûstafa Saglam jî di nav de 6 kesên ku ji bo şîna gerîllayê HPG'ê Hakan Yenî (Mahîr) ê ku di pevçûna Tendurekê de jiyana xwe ji dest da, diçûn Golana Erdexanê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. 6 kesên di 22'yê îlonê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin û li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê dihatin rawestandin, sewqî Edliyeya Golanê hatin kirin. Piştî karên îfadeyê 6 kes bi şertê venêrîna serbest hatin berdan. (red)