'Divê hemû demokrasîxwaz li hemberî zilmê deng derxînin' 2016-09-26 13:29:18 ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku ji bo piştevaniyê çû Navenda Giştî ya Egîtîm Senê diyar kir ku divê hemû kesên ku demokrasî û biratiya gelan dixwazin rabin ser piyan û vê li hemberî zilma AKP'ê dengê xwe derbixin. Heyeta HDP'ê ya ku di nav de Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken li Enqereyê Navenda Giştî ya Egîtîm Senê zîyeret kirin. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca û Sekretera Jinê Ebru Yîgît û Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Mesut Firat ve hatin pêşwazîkirin. Di zîyaretê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca axivîn. Karaca di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna wan a li hemberî girtin û dûrxistina kar a endam û mamosteyên wan û ev tişt gotin: "Di serî de em wekî sazî kedkar û karkeran spasiya xwe ji bo heyeta HDP'ê dikin. Wekî tê zanîn ev demek dirêje kedkar û karker ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hedef hatin girtin. Ji ber vê yekê jî her roj partiyên siyasî, sazî û dezgehên demokrat ji bo piştgiriyê me ziyaret dikin." 'Darbe li hemberî gelê demokrat hat kirin' Karaca da zanîn ku piştî hewldana derbeyê herî zêde endamên wan kar hatin dûrxistin û girtin wiha berdeam kir: "Derbe li hemberî gelê demokrat û aştîxwaz hat kirin. Mînaka herî zelal jî girtina mamoste û dûrxistina kar a mamoste û endamên Egîtîm Senê ne. Heta ku kedkarên perwerdehiyê yên demokrat venegerin ser karê xwe em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin." 'Ez têkoşîna we silav dikim' Yuksekdag jî di destpêka axftina xwe de bi van gotinan têkoşîna kedkarên perwerdehiyê silav kir: "Ez li ser navê HDP'ê têkoşîna hemû xebatkarên perwerdehiyê yên ku li hemberî vê zilma hikûmeta AKP'ê bi awayekî serbilindî têkoşîna xwe berdeam dikin bi dil û can silav dikim. Em jî soz didin wan heta dawiyê em wan bi tenê nahêlin û piştgiriya me di ji bo wan bidome." 'AKP d i av şaştiyek mezin de ye' Yuksekdag diyar kir ku divê hikûmet demildest dev ji vê şaştiya xwe berde û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê niha di nav şaştiyek mezin de ye. Hikûmet her roj welat bi ber xetereyekî mezin de dibe û kaosê derdixe. Gelek balkêş e hikûmetek rabûye dibêje em demokrasiyê diparêzin û parvekirinên medyaya civakî dike sedem û kesên bi sûc binçav dike, digire û kar diavêje. Ger hûn bibêjin em demokrasityê diparêzin divê hûn li gorî qanûnên demokrasiyê tevbigerin." 'Tehemûla AKP'ê ji fikrên cûda nema ye' Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmetê di bin navê derbeyê de li hemberî kedkarên perwerdehiyê derbe pêk anî û axaftina xwe wiha domand: "Heta niha nêzî 100 hezar kes ji kar hatin avêtin û girtin. Dema mirov lê dinêre di nav wan kesan de nêzî 60 hezaran xebatkarên perwerdehiyê yên ku girêdayî Egîtîm Senê ne. Ger hûn wan şaştiyan bidomînin hûnê çawa demokrasiyê bînin li vî welatî. Tu tehemûla AKP'ê li hemberî fikrên cûda nema ye ." 'Yên xiyanetê dikin hûn in' Yuksekdag got ku yên ku tovê jiyanê ji saya mamosteyan şîn dibe û jiyanê dide û wiha berdewam kir: "Ev nêzî hefteyek e dibistan vebûn û gelek dibistanan de zarok bê mamoste ne. Ji bîr nekin tovê jiyanê ji saya mamosteyan ve şîn dibe û jiyanê de mirovahiyê. Ger mamoste nebûyana zarokên we dê çawa biçûna dibistanê. Dibe ku fikrên cuda li welatê me bên parastin. Lê ev nayê vê watê ku ew kes xiyanetê dikin. Yên ku ev biryar dan ew in xiyanetê bi milyonan zarok û xwendekaran dikin." 'AKP ji rûmeta gel dilîze' Yuksekdag herî dawî ev tişt gotin: "Hikûmeta AKP'ê ji rûmeta gel dilîze. Em dizanin ku mamoste û kedkarên ku ji kar hatin avêtin û girtin mafdar in. Me çawa ku bi hezaran caran got ku berxweden jiyan e, carek din em dibêjin berxwedan jiyan e. Jiyan jî bi têkoşînê tê destxistin. Ji ber vê yekê divê hemû kesên ku demokrasî û biratiya gelan dixwazin rabin ser piyan û vê li hemberî zilma AKP'ê dengê xwe derbixin." (fd/sa)