Dîlek Ocalan: Tecrîd bi têkoşînê radibe 2016-09-25 13:41:40 WAN (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Erdîşê de axivî û diyar kir ku dewlet bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, aştiyê û gelan tecrîd dike tecrîd bi têkoşînê radibe. Rêxistina HDP'ê ya Erdîşê 1'emîn Kongreya xwe ya awarte pêk anî. Di kongreyê de Wekîlên HDP'ê Adem Geverî û Dîlek Ocalan amade bûn. Di kongreyê de Dîlek Ocalan bal kişand ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Di darbeya 15'ê Tîrmehê û piştî darbeyê dîsa kurd hedef hatin girtin. Em îro demokrasiyê diparêzin. Lê şaredariyên ku gel hilbijartibin qeyûm tên tayinkirin. Dixwazin em bi awayekî asayî şaredariyan teslîmî wan bikin. Lê em nikarin wisa şaredariyan teslîmî wan bikin. Em nirxên ku gel bi kedek mezin bi dest xistine bi hêsanî û asayî teslîmî wan nakin." 'Îro azadiya me di bin tecrîdê de ye' Ocalan destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê şer li hemberî hemû muxalifan daye destpêkirin û wiha got: "Mamoste ji peyvirê tên dûrxistin. Rojnameger tên girtin qeyûmê tayînî şaredariyan dikin. Dixwazin bi OHAL'ê her kesî bêdeng bikin. Lê em dê berxwedana xwe mezin bikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li ser hemû gelan û aştiyê tê meşandin. Ev polîtîkayên li diji mirovahiyê bi tu awayî nayê qebûlkirin. 17 salin hevditina malbat û parêzeran tê astengkirin. Îro aştî û yekîtiya gelan di bin tecrîdê de ye. Tecrîd bi têkoşîn û berxwedanê tê rakirin û şikandin." Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Erdîşê Nurgul Baran û Yavuz Yucel Agaoglu hat hilbijartin. (mae)