'Divê partiyên kurd siyaseta neteweyî esas bigirin' 2016-09-25 12:32:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komxebata KNK'ê ya li bajarê Kerkûkê di roja 2'yemîn de didome. Di rûniştina 2'yemîn de beşdarvanên komxebatê axivîn û diyar kirin ku ji ber gelê Kurd di aliyê leşkerî de rola diyarker dilîze, ji aliyê her kesî ve mûxatap tê girtin lê divê ev pêşketin di aliyê siyasî de jî bên pêşxistin û bang li hemû partiyên kurd kirin ku siyaseta neteweyî esan bigirin. Komxebata Kongreyan Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi şîara "Şêwira Neteweyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî" li bajarê Kerkûkê di roja 2'yemîn de berdewam dike. Partî û beşdarvanên komxebatê di rûniştina 2'yemîn de mafê axaftinên girtin. Beşdarvanan bal kişandin ser girîngiya xebatên KNK'ê û pratiyên siyasî yên kurd rexne kirin. Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê gelê Kurd bi cîhanê da naskirin û wiha got: "Lê Kurd di dîplomsiya xwe de lawaz maye û ev yek jî pêşiya gelek destkeftiyan digre. Her kes dikare siyasetê bike lê di nava xwe de bi sînor û teng dimîne. Ji bo wê jî dijmin li ser me siyasetê dikin, peymanan îmze dikin. Ger gel û siyaset ji hev cuda bin, siyaset nikare encamê bigre. Lê ji ber ku xebatên me yên dîplomsî li ser esasê hizbane, em encamên pêwîst nikarin bigrin. Di warê leşkerî de welatên derve niha me cidî digrin lê di warê siyasî de hêj di asta ku tê xwestin me cidî nayêngirtin. Ev jî kêmahiya me ye." 'Hêzên devre Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin' Endamê Rêveberiya Tevgera Goran Mihemed Elî bal kişande ser mafê welatiyan û wiha pêde çû: "Divê mafê welatiyan baş were naskirin. Her kes divê ji berhemên vî welatî sûd werbigire. Bi nêrîna me paytexta Herêma Kurdistanê hatiye daxistin. Hemû sazî û dezgeh ji aliyê partiyekê ve hatine desteserkirin. Ligel ku em behsa yekîtiyê dikin jî ji ber ku baweriya me bi yekîtiyê tuneye, di pratîkê de tiştek dernakeve holê. Di dîplomsiya me de jî ev yek xwe nîşan dide. Hêzên devre Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Ji bo wê jî divê em xwe ji vê pozisyonê rizgar bikin." Endamê Rêveberiya YNDK'ê Xefûr Mexmûrî anî ziman ku dîplomasiya Kurdan a neteweyî tuneye û wiha domand: "Her partî li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ew Komîteya dîplomasî ya ku KNK'ê damezrandiye, divê em xurt bikin. Dîplomasiya xwe bi awayekî hevbeş bi rêya wê komîteyê pewendiyên derve bimeşînin." 'Kongreya Neteweyî ji bo me bûye xewnek' Li ser navê Partiya Çep a Sûriyeyê Fetullah Husênî destnîşan kir ku ezmûna 25 salan a hikûmeta Herêma Kurdistanê gelo çiqas kariye ximeta parçeyên din ê Kurdistanê bike û wiha axivî: "Ne tenê xizmeta tevahiya Kurdistan xizmeta xwe jî nekiriye. Kongreya Neteweyî ji bo me bûye xewnek. Nakokî hemû hizbî ne, divê partiyên siyasî yên sereke li Kurdistanê nakokiya daynin aliyekî." (mb)