7 mamoste hatin girtin 2016-09-25 09:12:51 AMED (DÎHA) - Li Amedê ji 24 mamosteyên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin ji wan 7 mamoste hatin girtin. Li Amedê di serdegirtinên malan ên 24'ê îlonê hatin kirin de 24 mamosteyên ji karên xwe hatibûn durxistin, hatibûn binçavkirin. Mamoste piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan derxistin dozgeriyê. 9 mamoste bi îdiaya "ligel ku ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê xebat meşandine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, dîsa 15 mamoste jî bi daxwaza şerta kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî lêpirsîna ku heta saetên dereng berdewam kir 7 mamoste hatin gritin 17 ji wan jî bi şerta "kontrola edlî" hatin berdan. Mamosteyên ku ji bo piştgiriya hevalên xwe hatin ber Edliyeya Amedê jî heta saetên dereng ên şevê li wir bûn. Li aliyê din kedkara bi navê S.K. a ku bi zaroka xwe ya 10 rojî vê hate binçavkirin, piştî serlêdana parêzeran dozgeriyê îfadeya wê girt û serbest berda. (sa)