Akademî dê qadên xwe yên perwerdê bi afirîne 2016-09-25 09:11:38 KOCAELÎ (DÎHA) - Akademiya ku dê ji aliyê 19 akademîsyenên ji KOU hatine avêtin, were vekirin dê xwendekaran jî tevlî bike. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê mamosteyên xwe bi tenê nehêlin û dê qadên xwe yên perwerdeyê biafirînin. Akademiya ku dê di 28'ê Îlonê de li Navenda Çanda Sabanci ji aliyê 19 akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaeliyê hatin avatên were vekirin, rastî eleqeyê tê û xwendekaran piştgirî da mamosteyên xwe. Xwendekaran anîn ziman ku ew ê bi mamosteyên xwe re di hevbeşkirina kar de cih bigirin, ew ê qadek xweser a perwerdehiyê ava bikin û dê bi mamosteyên xwe re têkoşînê bilintir bikin. Xwendekarê bi navê Alî Eren Demîr ku beşa hemîretiyê li Zanîngeha Kocaeliyê dixwîne diyar kir ku bi êrîşên li hemberî qadên civakî re tu wateya pîşeyê nemaye û wiha got: "Li hemberî perwerdehiya dewletê me ji mamosteyên xwe perwerdehiya bi zanist dît. Hikûmetê mamosteyên me ji kar avêtin em hîs dikin ku di hedefa wan de em jî hene. Em dixwazin perwerdehiya bi zanist ji mamosteyên xwe yên bi zanist bigirin. Dibe mamosteyên me ji kar hatibin dûrxistin lê ne ji nasnameya xwe dûrneketin. Em ê bpiştgiri bidin mamosteyên xwe û em ê di akademiya ava dikin de cih bigirin." Xwendekarê bi navê Fatîh Daşgin, da zanîn ku wan ji projeya akademiya alternatîf hêz digirin û wiha pêde çû: "Bi vekirina dibistanan re em dizanin ku zanîngeh di hedefê de ye lê em ji tu tiştî na tirsin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev êrîş duh hebûn îro jî hene û dê sibê jî hebin. Dem dema avakirina qadên alternatîf a perwerdehiyê ye. Divê hemû akademîsyenên ji kar hatine derxistin li cihê lê ne akademiyên alternatîf ava bikin û perwerdehiyê bigirin di bin destê xwe de." Xwedekarê bi navê Caner Polat, bi lêv kir ku dê di akademiya bê vekirin de gelek beş hebin û wiha domand: "Em ê di hemû beşande peywira bikeve ser milê me pêk bînin. Divê hemû mamosteyên li pişt perwerdehiya zanistî ne divê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê û perwedehiya demôkratîk û znaistî di qadên xwe de cihên wiha vekin. Em dikarin bi van qandan pêşengiyê ji perwerdehiyê re bikin." 'Em li pişt mamosteyên xwe ne' Xwendekarê beşa siyasetê Uygar Olgunyurt, da xuyakirin ku ji ber rawestana muxelif mamosteyên wan ji kar hatine avêtin û wiha got: "Em wekî xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê, em ê li pişt mamoste û akademiya xwe bin. Akademiya ku dê were vekirin dê ji bo xwendekaran gelek firsendin bi xwe re bîne." Xwendekarê bi navê Eren Îşler jî wiha axivî: "Mamosteyên me ji me hatin stendin. Bi perwerdehiya ku em niha dibînin re em ji zanistê dûr dikevin. Ji ber wê me biryar da ku em qadên xwe yên perwerdehiyê ava bikin. Êdî hemû gelê Tirkiyeyê di ferqa pirsgirêka di perwerdehiyê de ne. Em ê bi vekirina akademiyê piçek jî be kêmaniya di perwerdehiyê de derbas bikin." (mb)