Xebatên şaredariya Farqînê di hedefa çapemeniya AKP'ê de ne 2016-09-24 13:59:30 AMED (DÎHA) - Riyên Farqînê ku şaredariya Farqînê û şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevre qîr dikin, çapemeniya AKP'ê îdîa kir ku ji aliyê qeymeqam ve tên çêkirin. Beriya qayûm tayînî şaredariya Farqînê bê kirin, şaredariya Farqînê û şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevre xebatên qîrkirina rêya Bedlîsa kevn û Sanayî didan meşandin û ev xebat berdewam dike. Ligel ku ev xebat ji aliyê herdu şaredariyan ve tê kirin, çapemeniya AKP'ê îdîa dike ku qeymeqemtiya Farqînê vê xebatê dide meşandin. Lê ev xebat ji aliyê xebatkarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin. Pankartên derbarê xebatê de ku Şardariya Amedê xwest lidaliqîne ji aliyê qeymeqam ve hat astengkirin. Derbarê mijarê de Hevseroka Farqînê Zuhal Tekîner, diyar kir ku nûçeyên çapemeniya AKP'ê derewin. Tekîner, bi lêv kir ku ew li ser karê xwe ne û wiha got: "Pirsgirêka herî mezin a navçeyê riyên xirabe ne. Em bi şaredariya Amedê re vê pirsgirêkê çareser dikin û riyan çêdikin. Piştî qeyûm hatin tayînkirin gel bi zehmetî tên şaredariyê. Ligel hemû astengiyan jî em ê bi şaredariya Amedê û DÎSK'ê re projeyên xwe pêk bînin." (mb)