Li Licê leşkerek hat kuştin 2016-09-24 12:07:02 AMED (DÎHA) - Li herêma Licê ya ku "qedexeya derketina derve" lê didome pevçûn derketin. Hat diyarkirin di pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Li 18 gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê "qedexeya derketina derve" hatibû îlankirin. Hat diyarkirin ku li herêma qedexe ya li Licê di navbera leşkerên ku derketine operasyonê û endamên HPG'ê de pevçûn derketine. Hat ragihandin ku di pevçûnan de leşkerek hat kuştîn û leşkerek jî birîndar bûye û her wiha endamekê HPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku leşkerê birîndar bûye rakirina nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. (mb)