Ji bo narinciyeyê tekane hêvî îxracat e 2016-09-23 09:05:45 EDENE (DÎHA) - Li Çukurovayê sezona narinciyeyê dest pê kir, hilberîner û bazirganên ku par zirar kirin îsal hêviyên xwe bi îxracatê ve girêdane. Li Tirkiyeyê îxracata sebze û fêkî ji sedî 54 ji herêma Çukuravayê tê kirin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Semîh Kandemîr diyar kir ku salê nêzî 3,6 ton hilberîn û bi milyar dolarek aboriyê ve bi taybetî li herêma Çukurovayê setkora narinciyeyê di 3'ê îlonê de dest pê kiriye. 'Par me tengasî kişand' Kandemîr bilêv kir ku Tirkiye li cihanê di nava welatên îxracata narinciyeyê dikin de di rêsa 3'yemîn de ye û par ji ber krîza ku bi Rûsyayê re hate jiyîn nekarîne hilberînên xwe bişînin sûka Rûsyayê. Kandemîr got ku hêviya wan ew e Rûsya deriyên xwe di demeke kin de veke. 'Hilberîneran berê xwe dan lîmonê' Kandemîr bilêv kir ku ji ber ku rewşa bazarê nediyar e hilberîner ji hilberîna mandalînayê direvin berê xwe didin lîmona ku dereng digihijin. Kandemîr wiha axivî: "Bi Rûsyayê re piştî ku têkîliyên wan baş bû em li bendê ne ku di deme kin de em hilberînên xwe yên narinciyeyê care din bibin bazarê Rûsyayê." Hilberînerê narinciyeyê Enver Genç jî diyar kir ku ji ber ku par îxracat nekirine zirara wan çêbûye, ji ber krîza bi Rûsyayê re narinciye li ser daran mane, niha jî hilberîneran berê xwe dane lîmonê. Genç destnîşan kir ku ji ber OHAL'ê dema ku fekî dişînin Iraqê zehmetî dikişînin û wiha got: "Bazara Tirkiyeyê ya Iraq û Sûriyeyê heye. Ji ber OHAL'ê dema şandina Iraqê de zehmetî dikişînin. Rûsya tenê çend beşên narinciyeyê digire. Dema ku li piyaseya hundir cure zêde dibe û îxracat nabe buhe kêm dibin û fekî li ser daran dimînin. Divê îxracata fekî bê kirin. Heke ne wisa be em ê dîsa pirsgirêkan bijîn." (sa)