Karkerên pereyê xwe negirtin dest bi berxwedanê kirin 2016-09-22 15:38:12 STENBOL (DÎHA) - 80 karkerên di înşaata Nexweşxaneya Park Medîcal de dixebitin ji ber ev 4 mehin pereyê xwe nagirin dest bi berxwedanê kirin. 80 karkerên girêdayî Endazyariya Profel ku li taxa Esenyurt Esenkent di înşaata Nexweşxaneya Park Medîcal de dixebtin û ev 4 mehin pereyê xwe nagirin dest bi berxwedanê kirin. Karkerên di roja yekîm a berxwedanê de li ber avahiya nexweşaneyê hatin gel hev penkarta "Heta em hemû mafêb xwe bidest bixin em ê li ber xwe bidin" vekirin. Li ser navê karkerên ku dirûşmeyên "Profel xwe şaşneke sebra me ne pîve" û "karker ne kolene" berzkirin, Endamê Sendîkaya Înşaat-Îşê Cem Urun daxuyaniyek da çapemeniyê. Urun, bi bîrxist ku her roj karkerek ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Bi hezaran hevalên me di girtina pereyên xwe de zehmetiyan dikişînin." Urun, bi lêv kir ku şîrketên Endazyariya Profel û Grup Akel ên sermayedariya wan barkera navendî Înşaata Ozyurte, ev 4 mehin pereyê karkeran nadin û wiha got: "Ji bo karker mafê xwe bistinîn me serî li barkera navendî da lê ji me re gotin; 'Me pere daye fîrmayên sermayedar, biçin ji wan bi pirsin. Ger hûn nikarin ji wan jî bigirin serî li dadgehê bidin.' Ligel hemû serlêdanan jî karkeran pereyê xwe ne giritin ji ber wê çareyek ma ew jî berxwedane." Urun, da zanîn ger serî li dadgehê bidin jî dê bi mehan dadgeh bidome û wiha axivî: "Di van rojên ku zivistan destpê dike, dibistan vedibe û mesrefên nû derdikevin de ew bêçareseriya wiha nabejirînin. Heta hemû daxwazên me pêk bên em bi biryarin ku berxwedana xwe mezin bikin." Karker bi biryarin ku berxwedana xwe ya li ber avahiya nexweşxnayê bidomînin. (mb)