Ji mamosteyên Dêrsimê heta dawî biryara têkoşînê 2016-09-17 14:49:52 DERSIM (DÎHA) - Mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên Dersimê li dijî dûrxistina mamosteyan çalakî pêk anîn û 419 kedkarên perwerdehiyê dîsa li kar vegeriyan. Hêj 85 mamoste jî li derve mane. Kedkarên perwerdehiyê diyar kirin ku heta hemû mamoste li kar venegerin dest ji têkoşîna xwe bernadin. Îktîdara AKP'ê di çarçoveya biryarên KHK'ê de li Dêrsimê 418 mamoste 86 karmend bi giştî 504 karmendên cemaweriyê ji kar dûr xistibûn. Li ser vê yekê di pêşengiya Şaxa Egîtîm Sen'ê de bi rojanin çalakî tên li dar xistin. Di têkşîn û çalakiya 8 rojan de peyvira 419 kedkarên dîsa paşve dan wan û hêj 85 mamoste li derve mane. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Suleyman Guler, diyar kir ku piştî wan û gelê Dêrsimê bi hevre milê xwe dan hev û têkoşiyan, di encama têkoşîn û berxwedanê de 419 mamoste li kar vegeriyan û ew dê berxwedana xwe berdewam bikin. Guler, anî ziman ku heta 85 hevalên wan ên li dervê kar mane jî li karvegerin dê têkoş3ina xwe bidomînin. Guler, da zanîn ku heta hemû hevalên wan dîsa vegerin ser peyvirê û peyvira wan dîsa bê îadekirin dê tekoşîna xwe heta dawî bidomînin. Endamê Şaxa Egîtîm Sen'ê Cem Derin jî da zanîn ku di encama têkoşînê de 419 hevalên wan dîsa vegeriyan ser peyvirê û wiha got: "Îadeya 419 karmendan encama têkoşînê ye. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevalên me tu sûc nekirine. Em dê bi tokoşîna xwe 85 hevalên xwe jî dîsa li peyvirê vegerînin. Sekreterê Rêxistinbûnê yê Egîtîm Sen'ê Ersin Sarduz jî anî ziman ku berxwedana gem, xwendekaran û mamosteyan bi encam bû û di encama berxwedanê de karê 419 hevalên wan disa îade kirin. Sarduz, da zanîn ku heta peywira 85 hevalên wan bê îadekirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. (mae)