Mamosteyên hatin dûrxistin dê nobeta dibistanên xwe bigirin 2016-09-17 12:15:05 WAN (DÎHA) - Li Wanê 735 mamosteyên ji peyvirê hatin girtin dê li ber dibistanên xwe nobetê bigirin û li ber dibistanên xwe çalakiyê pêk bînin. Îktidara AKP'ê bi biryarên KHK'ê 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sendê ji peyvirê girtin. Li Wanê jî 735 mamoste ji peyvirê girtin. Mamosteyên li Wanê ji peyvirê hatin girtin dê 19'ê Îlonê roja duşemê li ber dibistanên xwe nobetê bigirin û dest bi çalakiyê bikin. Mamoste dê berdilkên sendîkaya Egîtîm Sen'ê li xwe bikin û kokartên sedema ji peyvirgirtinê dinivîse bi xwe dakin. Mamoste yên ji peyvirê hatin girtin dê li gel endam û rêveberên Egîtîm Sendê daxuyaniyan bidin û çalakiyên rûniştinê pêk bînin. Têkildarî çalakiyan Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigit, diyar kir ku ji 11 hezar mamosteyên ji peyvirê hatin girtin jê 735 mamsote yên Wanê ne û ji roja duyemê û şûnde dê li ber dibistanan dest bi çalakiyan bikin. Sagyîgît, anî ziman ku piştî dibistan bên vekirin dê dakevin qadan û dest bi çalakiyan bikin. Mamosteyên me yên ji peyvirê hatin girtin dê di 19'ê Îlonê de biçin li ber dibistanê xwe nobetê bigirin. Em dê heta dawî tekoşîna xwe bilind bikin û em qet gavan paşve navêjin." (mae)