KESK: Li hemberî faşîzmê mil bidin hev 2016-09-16 20:52:26 ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Şêwirdar a KESK'ê piştî civîna xwe ya 2 rojan a têkildarî êrîşan bi dawî kir. KESK'ê di encama civînê de biryara têkoşîn û zêdetir deng derxistinê da. Meclîsa Şêwirdar a KESK'ê piştî civîna xwe ya 2 rojan, li Komeleya Haci Bektaş Welî bi beşdarbûyîna serokê hemû şaxên girêdayî KESK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxûyaniyê de dirûşmên wekî "Em ranawestin û dê têkoşîna me berdewam bike", "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev", "Êrîş çavên me natirsînin" hatin berzkirin. 'Em ê zêdetir dengê xwe bilind bikin' Di civînê de Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose daxuyanî xwend. Kose da zanîn ku hikûmeta AKP'ê beriya hewldana darbeyê jî êrîşî wan kir û ev tişt gotin: "Ji ber ku hikûmeta AKP'ê nekarî dengê gelê mûxalîf qut bike êrîşên xwe yên cûda bi kar anîn. Bi hezaran hevalên me ên kedkar ji kar dûr xistin. Bila hikûmeta AKP'ê bizanibe ku em ê dengê xwe zêdetir li hemberî wan êrîşên ku li hemberî gelê mûxalîf tên kirin bilind bikin." 'Peyama me aşkera ye' Kose diyar kir ku hemû endamên wan bê tirs dê li hemberî hovitî û êrîşên hikûmeta AKP'ê serî rakin û wiha pêde çû: "Payama me aşkera li holê ye. Têkoşîna me û endamên me dê li hemberî êrîş û hovitiya AKP'ê bê navber bidomin. Dibe ku niha gelek mamosteyên me ji kar hatibin dûrxistin, lê em ê bi biryar çalakiyên xwe berdewam bikin û em paş ve gav naavêjin. Peyama ku em didin wan zelal e. Çi caran me li hemberî wan gav paş ve neavêtî ye û em naavêjin jî. Heta ku hikûmet xetaya nebîne û paş ve gav neavêje em ê têkoşîna xwe bidomîn in. " 'Em ê qirêjiyên we derxin holê' Kose axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku qirêjiyên we zêde ne hûn êrîşê me dikin. Lê em soz didin heta ku em qirêjiyên we dernexin holê em ranawestin. Niha pê de yên ku kar bên dûrxistin hûn in û em ê we ji kar dûr bixin." (fd/mae)