Rûyê esnafên Enqere di cejnê dejî nekeniya 2016-09-14 09:17:16 ENQERE (DÎHA) - Esnafên Enqerê ku bi xemgînî Cejna Qurbanê derbas kirin, diyar kirin ku ligel Cejna Qurbanê jî dîsa nekarîbûn alavên cejnê bifiroşin. Esnafan anîn ziman ku êdî nikarin kar bikin û top davêjin. Esnafên Enqerê derbarê dan û stendina Cejna Qurbanê de axivîn û diyar kirin ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê û teqîna bombeyan nahêle ew karê xwe bikin. Esnafan da zanîn ku di salên borî de wan rojê herî kêm 3 milyar pere kar dikir, lê piştî teqîna bombeyan dan û stendina wan herî kêm ji sedî 50 daket. Esnafê Zafer Yalçinê ku bazirganiya morik, guhar û bazbendan dike anî ziman ku pêvajoya şer bandorak neyînî ser karê wan kiriye û ev tişt anîn ziman: "Bi rastî di nav bera dan û stendina îsal û salên borî de gelek cudahî he ye. Salên borî roja herî kêm, bi taybet erefeya Cejnê de me nêzî 3 milyar pere digirt. Lê ji ber sedema teqîna bombeyan gel ditirse û malên xwe dernakevin. 'Tu kes nayê û naçî' Yalçin bal kişand ser valahiya kolanan û wiha pêde çû: "Di salên borî erefeya cejnan de dema ku mirov li wan kolanan dinêra bi hezaran kes dihat û diçû. Lê îsal mirov lê dinêre çi kes nayê û naçî. Gelek balkçşe ku cihekî wekî Enqerê tu kes nayê naçî. Ev yek jî nîşan dide ger wiha berdeam bike hemû esnaf dê îflas bikin." 9 roj cejnê bandora neyînî kir Yalçin, destnîşan kir ku salek e piştî şer dest pê kir û şûnde êdî nikare bazirganî û esnafiyê bike û "Bi taybetî ji ber Cejna Qurbanê 9 rojin bandorek neyînî li ser me çêkir. Ji ber betlana 9 rojan Enqere vala bû û kirîn û firotin bi temamî rawestiya. Piştî şer êdî em nikarin esnafiyê bikin. Berî şer me di cejnê de bi 3 - 4 hezar TL mal dikirî û difirot. Lê îsal di 2 rojên cejnê de me hêj 200-300 Tl firotin nekiriye. 'Ez qîmeta qulên xwe nizanim' Esnafê bi navê Huseyîn Unluyê ku bazirganiya gulfiroşiyê dike jî got ku tu kes nayê dikana wî gulan nakir e û wiha axivî: "Bi rastî ez nizanim ku qîmeta gulan çiqas e. Sedamê vê jî tu kes nayê dikana min û gulan nakir e. Gel êdî ditirse û malên xwe dernakeve. Em di nav rewşekî gelek zor de dijîn. Ger ev pêvajo wiha berdewam bike em ê hemû îflas bikin." (fd/mae)